HEVSEROKA MECLÎSA GEL A MEXMÛRÊ PAKÎSTAN BÎLEN
“DIVÊ DEMILDEST AMBARGO BÊ RAKIRIN”
Ambargoya li ser Kampa Mexmûrê ev sal û 2 mehin didome.
Xelkê Mexmûrê hem ji ber pandemiya Koronayê û hem jî ji ber êrîşên DAIŞ û Tirkiyeyê tirs û fikarên wan hene.
Ji vê derê em ji rêvebiriya başûrê Kurdistanê çend pirsan bikin:
-Gelo biryara ambargoyê hun bi îrada xwe didin yan ji ber zextên deleta tirk hun mecbûr mane hemû deriyan li ser vî gelê maxdur bigirin.
-Eger ev biryar bi îrada we be, bi kijan heqî hun xelkê maxmûrê dixin aletê siyaseta xwe û wan mehkumê nexweşî û birçîbûnê dikin?
Bi qedexe û ambargoya li ser gelê Maxmurê hun hewl didin kijan pirsgirêkên xwe çareser bikin.
-Eger ev ambargo, ji ber zor û zexta dewşeta tirkiyê be, wê demê mesele girantire. Ixtidara Başûrê Kurdistan ne hakimê heremê ye.
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Pakîstan Bîlen, behsa pirsgirêkên gel yên li kampê kir û ji bo rakirina ambargoyê careke din bang li kesên pêwendidar kir.
Ambargo û dorpêça ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî hatiye danîn 14 meh in didome.
Ligel êrîş û vîrûsa koronayê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ambargo hê jî didome.
Her roja ku derbas dibe rewşa penaberan xirabtir dibe û jiyana rojane dikeve nava xetereyê.
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Pakîstan Bîlen, li ser pirsgirêkên li kampê derdikevin holê, axivî.
Pakîstan Bîlen diyar kir ku yek ji van pirsgirêkan betalî ye û got.
Pakîstan Bîlen, bal kişand ser tenduristiya xelkê Mexmûrê jî û got ji ber şewba Korona fikarên li kampê zêde bûne.
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Bîlen ji bo rakirina ambargoyê bang kir.