BERXWEDANA LI ZINDANAN A JI BO AZADIYA RÊBER APO
KOMA DUYEMÎN ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEWIR GIRTIN
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê 27’ê Mijdarê ji bo şikandina tecrîd û azadiya Rêber APO dest bi greva birçîbûnê kirin.
Ev çalakiya bêdem û dorveger ji aliyê koma duyemîn ve dewir hat girtin.
Têkildarî armanca çalakiyê girtiyên jin Sîbel Kaya û Şehrîban Akdere ji zindana Baybûrtê peyam şandin.
Girtiyan ji bo azadiya rêber APO biryardariya xwe anîn ziman û ev peyam dan.
Li zindanan em jî bi awayekî xurt beşdarî pêngav KCK û KJK’ê ya ‘Dem dema Azadiyê ye’ dibin.
Di dema grevê de em pir bi moral in.. Piştgirya gelê me wê hîn zêdetir hêvî û moral bide me..
Heta dawî li tecrîdê were anîn û azadiya rêberê xwe bi destbixin, em ê di nava berxwedanê de bin..
Di vê navberê de hevseroka MED TÛHAD-FED’ê Elîf Haran jî têkildarî binpêkirinên mafê mirovan ên li zindanan axivî.
Elîf Haran dazanîn ku bi şewba Korona re, rewşa girtiyên nexweş di rewşek metisîdar deye û wiha got.
Mînak Semîre Dîrekçî a li zindana Amedê bi mehane rûviyên wê ji derve ne.
Bi hinceta şewbê Semîre nayê dermankirin. Gelek nexweşên mîna Semîre hene.
Hevseroka MED TÛHAD-FEDê Elîf Haran balkişand ser armanca çalakiya greva birçîbûnê.
Û got, divê hikumet daxwaza girtiyan pêk bîne, beriya ku darbest ji zindanan derkevin.