Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokatiya Dîwana Kongra-Gel: Rêber Apo û PKK’ê siyaseta sed salî ya faşîst a dewleta Tirk têk birin 24.11.2020

 

HEVSEROKATIYA DÎWANA KONGRA-GEL:
DÎROKA KU HATIBÛ BEREVAJÎKIRIN BI TÊKOŞÎNA PKK’Ê HATE SERERASTKIRIN

Hevserokatiya Dîwana KONGRA GEL bi wesîleya salvegera 42’yemîn a damezrandina PKK’ê û pîlanên li ser Şengalê daxuyaniyek weşand.

KONGRA GEL ragihand ku rojbûna PKK’ê ji bo gelên Kurdistanê bû destpêka dîrokeke nû û wiha dewam kir:

PKK bi têkoşîn û qehremaniya xwe, ji gelê Kurdistanê re bû hêvî û baweriya serketinê, bû hêviya jiyana azad.

Tixûbên ku sed sal e bi destê dagirkeran hatibû çêkiribûn, PKK bi tekoşîna xwe wan tixûban têk bir.

Li hemberî desthilatdariya zilam, bi têkoşîna azadiya jinê di nav gelên Kurdistanê de şoreşa herî mezin ya civakê çêkir. Ji ber vê yekê jî PKK şoreşa jinê ye.

HEVSEROKATIYA DÎWANA KONGRA-GEL
RÊBER APO Û PKK’Ê SIYASETA SED SALÎ YA FAŞÎST A DEWLETA TIRK TÊK BIRIN’

Hevserokatiya Dîwana KONGRA GEL di dewama daxuyaniyê de îşaret bi têkoşîna bê rawestan a Rêber Apo kir û ev nirxandin kir:

Dîroka PKK’ê, dîroka têkoşîna Rêber Apo ye. Nêrînên Rêber Apo bi Şoreşa Rojava, di nav gelên Rojhilata Navîn û cîhanê de deng veda.

Û ji bo mirovahiya pêşketî jî bû hêviya jiyana azad.

Dewleta Tirk ji ber têkoşîna Rêber Apo û ya PKK’ê di nav kriz û kaoseke mezin de ye.

Kongra Gel bal kişand ser qehremaniya gerîlayên Kurdistanê jî û diyar kir ku gerîlayan li Heftanînê hevîya dewleta tirk a ku xwe dispart teknîka xwe jî pûç kir û ev jî kir ku dewleta faşîst zêdetir bikeve qirîzê.

Kongra Gel îşaret bi hewldanên dawîn ên dewleta tirk jî kir û got:

Dewlet ji bo pêşî li têkçûna xwe bigre li Başûrê Kurdistanê tevî Amerîka û PDK’ê li hemberî gerîla bi planeke berfireh dixwaze encam bigre. Dixwaze di navbera PKK û PDK’ê de şer derxe.

Li hemberî viya pêwîst e gelê me bi hemû hêza xwe li welat û derveyî welat seferber bibe, li ser PDK’ê zext bike û pêşiya şer bigre.

HEVSEROKATIYA DÎWANA KONGRA-GEL
‘AZADÎ Û STATUYA XELKÊ ÊZIDÎ Û ŞENGALA PÎROZ XETA ME YA SOR E’

Der barê xeterî û metirsiyên li ser Şengalê jî hevserokatiya Kongra Gel xwest gel û dostên kurdan bi awayekî lezgîn têkoşînê bilind bikin û wiha hat gotin:

Azadî û statûya gelê me yê Êzdî û Şengal a pîroz, ji bo me xeta sor e. Bi hemû awayî bi berxwedana gelê me pêwîst e azadiya Şengalê bête parastin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv