Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: 10’ê Cotmehê roja ji Ocalan re azadî ya cîhanî em qadan tijî bikin 07.10.2020

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê
“10’Ê COTMEHÊ ROJA JI OCALAN RE AZADÎ YA CÎHANÎ EM QADAN TIJE BIKIN”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi rasthatina salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya KCK’ê de armanca komployê û hedefa wê hat vegotin.

Û bal hat kişandin ser berxwedana dîrokî ya li hemberî komployê û komplogeran.

“Ji ber ku bi awayê di dîrokê de nehatî dîtin, xwedî li Rêbertiyê hat derketin.”

Di daxuyaniya KCK’ê de hat destnîşankirin, ku Rêber Apo ji bo ji komplo û komplegeran tolê hilîne, li Îmraliyê ket nava hûrûkûrbûna herî dîrokî û mezin.

Bi sekna xwe, hêzên li dijî dewleta Tirk û hêzên qirker, mêtînger ên di komployê de cihê xwe digirin, têdikoşin xurttir kir.

Di daxuyaniyê de weke yek ji armancên komplogeran hat destnîşankirin, ku xwestin têkiliya Rêber Apo û gelê Kurd ji hev qut bikin û hat gotin:

Komploger bi encamên berevajî re rû bi rû man. Gelê me bêhtir xwedî li Rêber Apo û Tevgera me ya Azadiyê derket.

Di daxuyaniya KCK’ê de bal hat kişandin ser komployeke nû ya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û hat gotin:

Weke doh, îro jî li pişt vê komployê Amerîka heye.

Dewleta Tirk a mêtînger û hevkariya Kurd jî di şert û mercên şerê cîhanê yê sêyemîn de, ku li Rojhilata Navîn didome dixwazin ji vê polîtîkaya Amerîka sûdê wergirin û tevgera me tasfiye bikin.

Lê îro komploger qels in û li gorî sala 1998’an mutefîkên wan kêmtirin.

Ji ber nakokiyên di nava xwe de cihê komplogeran jî qelse.

Di daxuyaniyê de têkoşîna li çar aliyên Kurdistanê ya bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd li dijî vê komployê hat destnîşankirin.

Û bal hat kişandin ser pêngava Dem Dema Azadiyê ye.

Pêngava me wê bibe pêngaveke têkoşîna dîrokî.

Li ser bingeha vê pêngavê wê Kurdistan were azadkirin.

Di daxuyaniya KCK’ê de Roja 10’ê Cotmehê ya Ji Ocalan Re Azadî ya Cîhanî jî hat bibîrxistin û Înîsiyatîfa Ji Ocalan Re Azadî ya ev roj ragihandî hat silavkirin.

Û ev bang hat kirin:

Em bang li tevahiya mirovahiyê, Kurdan, hêzên demokrasiyê û gelên Rojhilata Navîn hemûyan dikin, ku 10’ê Cotmehê qadan tije bikin û deriyên Îmraliyê bişkînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv