Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiaya Xweser bersiv da gefên êrişê yên dewleta tirk li dijî Dêrik û Şengalê 25.01.2021

 

ÎDIAYA AMADEKARIYA ÊRIŞA LI DIJÎ DÊRIK Û ŞENGALÊ
HEVSEROKÊ DESTEYA PARASTINÊ YA RÊVEBERIYA XWESER BERSIV DA

Ajansa Nûçeyan a Hawarê û Ajansa Nûçeyan a Firatê bi xwespartina çavkaniyên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûrî nûçeyek têkildarî êrişeke muhtemel a dagirkeriya Tirk li dijî Dêrikê û Şengalê belav kirin.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El Asî têkildarî van nûçeyan ji ANHAyê re axivî.

El Asî wiha got:

Ne dûr e, ku dewleta Tirk êrişî herêmê bike.

ÎDIAYA AMADEKARIYA ÊRIŞA LI DIJÎ DÊRIK Û ŞENGALÊ
ZÊDAN EL ASÎ: HEKE ÊRIŞ PÊK WERE WÊ ŞER LI SERANSERÎ SÎNOR BELAV BIBE

Heke êriş bike, wê ev were wateya şerekî nû yê bêdawî.

Wê ev şer tenê bi Dêrikê ne bi sînor be,

Wê li seranserî sînor, ji Dêrikê heta Efrînê belav bibe.

Hevserokê Desteya Parastinê destnîşan kir, ku heke êrişek pêk wê re wê bi erêkirina dewleta Iraqê û koalîsyona navneteweyî be û wiha got:

Divê koalîsyona navneteweyî, Rûsya û hukûmeta Şamê bi berpirsiyarên xwe rabin.

ÎDIAYA AMADEKARIYA ÊRIŞA LI DIJÎ DÊRIK Û ŞENGALÊ
LI DIJÎ HEMÛ ÊRIŞAN EM Ê PÊKHATEYÊN XWE BIPARÊZIN

Zêdan El Asî li hemberî êrişan bal kişand ser hêza jixwe bawer a Bakur-Rojhilatê Sûrî û wiha got:

Hêzên me wê bersiva êrişên dewleta Tirk bidin.

Em soz didin, gelê xwe ku wî biparêzin û rê nedin dagirkeriya Tirk.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv