Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar: Çareseriyeke bi cidiyet encax bi tevlîbûna Îmraliyê pêkan e 02.12.2020

 

HEVSEROKÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR
ÇARESERIYEKE BI CIDIYET ENCAX BI TEVLIBÛNA ÎMRALIYÊ PÊKAN E

Di siyaseta Tirkiyê de rojev bi nava kêlî û saetan de diguhere.

Di nava vê germeolê de şefê rejîma faşîst a tirk Erdogan beriya çendekî behsa reforman kir

Lê hêj gotina wî sar nebibû dîsa li kodên xwe yên berê vegeriya û got; pirsgirêka kurd tine ye.

Li gel tabloya ku Erdogan bi manîpulasyonan datîne holê jî mijarên sereke yên li Tirkiyê di nava gel û civakan de tên nîqaşkirin jî;

qrîz û qeyrana di warê aborî de, xitimîna di daraza tirk de, bangên partiyên muxalefetê ji bo hilbijartinên pêşwext, çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê dest pê kirine.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar van rûdan û bûyerên di siyaseta tirk de ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re nirxandin.

Mîthat Sancar îşaret bi sazûmaniya îqtîdara tirk kir, der barê pozîsyona hêzên demokrasiyê û navnîşana çareseriyê de wiha axivî.

Tu îşaretek tine ye ku ev îqtîdar wê bikeve ser rêyeke ku pirsgirêka kurdî bi rêbazên demokratîk çareser bibe.

Di vê pergalê de îqtrîdar xwediya polîtîkayên ku çavkaniya qrîzê ye.

Tu rabî ji polîtîkayên kevn hinekî dûr bibî, hin sererastkirinan bikî jî dîsa tu temînateke vê tune ye.

Ji ber ku dibe sibe dusibe Erdogan bibêje; ez jê qeriyam, min reforman hilda.

Ji bo vê jî em dibêjin pêdîvî bi hilbijartinekê heye da ku em dawî li vê îqtîdarê bînin.

HDP ji bo vê amade ye lê muxalefet çiqas amade ye em nizanin.

Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyê hewcehî bi mutabawateke berfireh a civakî heye.

Heke lêgerîneke cidî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hebe wê demê lazim e hûn Îmraliyê jî bixin nav meselê.

Heke ev hat kirin wê demê pêdivî wê bi çalakiyên greva birçîbûnê jî nemîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv