Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamus peymana derheqê Şengalê de nirxand 18.10.2020

 

HEVSEROKÊ KNK’Ê EHMED KARAMUS PEYMANA DERHEQÊ ŞENGALÊ DE NIRXAND
PEYMAN NE LI GORÎ DAXWAZÊN CIVAKÊ, LÊ LI SER DAXWAZA TIRKIYÊ HATIYE AMADE KIRIN

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamus peymana PDK û hukumeta Bexdayê ya derheqê Şengalê de nirxand.

Ehmed Karamus diyar kir ku hukumeta Bexda û PDK beriya peymanê bi civata Êzidî re danûstandin pêkneanine, lewma tê de îdarede û daxwazên civaka Êzîdi li ber çava nehatiye girtin.

Karamus da xuya kirin ku peymana di navbera Bexda û PDK’ê de bi tevlêbûna dewleta Tirk pêk hatiye û wiha axivî:

“Bi vê peymanê hatiye plan kirin ku Rêveberiya Xweser ji holê rakin, pêwendiya civaka Êzidî bi Rojavayê Kurdistanê re qut bikin, êzidiyan ji heremû bi dûr bixin û bi vî awayî heremê bixin bin serweriya dewleta Tirk.

Ehmed Karamus piştperdeya vê peymanê jî wiha analiz kir:

HEVSEROKÊ KNK’Ê EHMED KARAMUS PEYMANA DERHEQÊ ŞENGALÊ DE NIRXAND
DI SERDANA SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ YA TIRKIYÊ DE, ROJEVA SEREKE ŞENGAL BÛ.”

“Di serî de Fransa gelek dewletan ji Iraqê xwestin ku pirsgirêka Şengalê li gorê daxwaza şengaliyan çareser bike. Vê daxwazê, Hikumeta Iraq, PDK û Tirkiye xist nava panikê, bi wan da fehm kirin ku pirsgirêk wê ji dervî wan bê çareserkirin û statûya herêma Şengalê bê qebûlkirin. Lewma her sê aliyan ji bo ku pêşî li çareseriyê bigirin, di nava xwe de bi lez peymaneke bi vî rengî pêk anîn. Di serdana serokê herêma Kurdistanê ya li Tirkiyê de, rojeva sereke Şengal bû.”

Karamus got ev peyman bi xwe re çareseriyê nayne tam berovajî dibe sedemê xeterî û metirsiyên gelek mezin û bi van gotinan behsa armanca dewleta tirk ya li ser Şengalê kir.

“Ev plan ji bo têkbirina destkeftiyên gelê kurd e. Dewleta Tirk dixwaze gav bi gav hem xaka Başûrê Kurdistanê hem ya Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Hedefa wê ewe ku heta sala 2023an, xeyalên xwe yên sînorên Misaqî Millî pêk bîne. Şengal perçeyek vê projeyê ye ”

Hevserokê KNK`ê Ehmed Karamus bal kişand ser amadekariyên eskerî yên PDK’ê ku niha li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê pêk tîne û got: “Di vê demê de ev ne tesadufe. PDK beriya niha jî li ser sînorên Rojava xendeq kola bû. Metirsîya me ew e ku di dema êrişên Dewleta tirk yên li ser Şengalê û heremên din yên Kurdistanû de PDK pê re bikeve nava hevkariyê”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv