Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hewldanên ji bo çareseriyeke demokratîk

 

HEWLDANÊN JI BO ÇARESERIYEKE DEMOKRATÎK
JI 1993’YAN HETA ROJA ME HEWLDANA JI RÊBER APO “AŞTIYEKE BI RÛMET”

Rêber Abdullah Ocalan ji roja damezrandina PKK’ê û vir ve gelek caran agirbestên yekalî îlankirin.

Lê belê berovajî vê yekê dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê de israr kirin.

Hewldanên çareseriya demokratîk û aştiyane yên aliyê Kurd, her tim bi provokasyon û komployan bersiva xwe dîtin.

Niha derbarê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê dosyayeke me heye em bi hevre lê temeşe bikin.

HEWLDANÊN JI BO ÇARESERIYEKE DEMOKRATÎK
JI 1993’YAN HETA ROJA ME HEWLDANA JI RÊBER APO “AŞTIYEKE BI RÛMET”

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji roja hatî damezrandin heta roja me, bi pêşengiya Rêber Apo bûye xwedî hewldanên pêkanîna “Aştiyeke bi Rûmet.”

Rêber Apo di vî warî de agirbesta pêşî 1993’yan li Geliyê Bekayê ragihand û heta 15’ê Nîsana wê salê wext da dewleta Tirk.

Lê tevî ku bêbersiv ma, heta meheke din jî ev gava avêtî dirêj kir.

Dagirkeriya Tirk li hemberî vê gavê dîsa bi pîlanên qirêj rabû…

Serokkomarê xwe Tûrgût Ozal kuşt.

Rêber Apo ev yek weke provokasyonekê bi nav kir

Her çiqasî dewleta Tirk bi vî rengî bersiv da jî Rêber Apo 15’ê Kanûna 1995’an dîsa bû xwedî hewldana çareseriyê.

Wê rojê dawî bi şerê bi PDK’ê re anî û agirbesteke din a yekalî li dijî dewleta Tirk ragihand.

Dagirkeriya Tirk bi hewldana sûîkastê ya 6’ê Gulana 1996’an bersiv da Rêber Apo.

Rêber Apo dîsa jî dev ji hewldanên xwe berneda û 1ê Îlona 1998’an careke din agirbesteke yekalî ragihand.

Bersiva vê agirbestê, bû destpêkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha heman salê.

1ê Îlona 1999’an Rêber Apo di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de dîsa bû xwedî hewldana pêkanîna “aştiyeke bi rûmet.”

Bang li PKK’ê kir, ku tevahiya hêzên xwe vekişîne derveyî sînorên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û agirbesta yekalî ragihand.

Her wiha li ser banga Rêber Apo 2 komên aştiyê yên ji 20 kesan ji çiyayên Kurdistanê û Ewropayê çûn Tirkiyê.

Bersiva dewleta Tirk…

Girtina endamên komê û birîna dehê sal cezayên zindanê li wan bû.

Piştî Pêngava dîrokî ya 1’ê Hezîrana 2004’an Rêber Apo 1ê Cotmeha 2006’an careke din agirbesteke yekalî ragihand.

Lê dagirkeriya Tirk bi êrişa li dijî Rêber Apo bersiv da vê hewldanê.

13’ê Nîsana 2009’an jî Rêber Apo ji bo cara 6’an agirbesta yekalî ragihand.

Dagirkeriya Tirk piştî wê bi rojekê pêla Tevgera Qirkirina Siyasî li dijî siyaseta Kurd da destpêkirin û zêdetirî 10 hezar siyasetvan avêtin zindanan.

Destpêka sala 2013’an Rêber Apo ji bo “aştiyeke bi rûmet” ket nava hewldanên dîrokî.

Ev pêvajoya weke “çareseriyê” hat binavkirin, heta Nîsana 2015’an dewam kir.

Dagirkeriya Tirk bi “pîlana jihevxistinê” ya Cotmeha 2014’an bersiv da van hewldanên dîrokî.

Di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de AKP têk çû û rûyê xwe yê qirker nîşan da.

Tevî girankirina tecrîdê û êrişên qirkirinê jî Rêber Apo di Gulan û Hezîrana 2019’an de dîsa bang li dewleta Tirk kir.

Lê dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê û zêdekirina tevgerên qirkirinê bersiv da vê banga dawî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv