Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hewlêrê ji çeteyan re vekirî ye, lê ji welatparêzan re girtine 21.01.2021

 

TERZÊ SIYASETA SERKIRDEYÊN PDK’Ê
HEWLÊRÊ JI ÇETEYAN RE VEKIRINE LÊ JI WELATPARÊZAN RE GIRTINE

Piştî ku dewleta Tirk di sala 2015’an de dîsa dest bi şerê li dijî Kurdan kir, ji ber qirkirina siyasî gelê Bakurê Kurdistanê xwe li Başûrê Kurdistanê girtin.

Lê welapratêzên kurd ji ber zextên PDK’ê nikarin debar bikin.

PDK Hewlêrê ji Kurdên welatparêz re digire lê çeteyan xwedî dike.

PDK a ku Hewlêr û Duhok ji penaberên siyasî yên kurd re girt, ev qad kir ji bo kesên li Tirkiyê mirov kuştine, bazirganiya tiryakê dikin û çete ne, kir navend.

Sûcdarên edlî yên ku fihûş jî kirine, dema tên Başûrê Kurdistanê, pêşî diçin Duhokê.

Li Duhokê jî li Ewro Cîtyê dimînin. Ev der ji aliyê asayîşa Duhokê hatiye diyarkirin.

Sûcdarên demekê li Ewro Cîtyê dimînin, piştî ku Asayîş îkameya wan çêdike, wan dişîne Hewlêr û Duhokê.

Çend çeteyên ku PDK li wan xwedî derketiye ji aliyê ANF’ê ve hatin eşkerekirin:

Polîsê bi navê Mûstafa Ateş di 2017’an de li Mêrsînê Volkan Duzgun ê kurê endamê berê yê meclîsa şaredariyê Cengîz Duzgun kuştibû.

Ateş li Hewlêrê li familîmolê dixebite. Ateş yek ji endamê çalak ê MÎT’a tirk e.

Yasîn Atin ê ku piştî tiryak û fihûşê mirov kuştin, ji Stenbolê hatiye û li Hewlêrê dimîne.

Ew jî wekî polîs Mûstafa Ateş piştî heman prosedurê niha li Hewlêrê ye.

Atin tevî Mehmet Babier ê bi navê ‘Dîşçî Pola’ ku ji nav PKK’ê reviyabû, di xizmeta Parastin û MÎT’ê de ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv