PDK LI PÊY PROVOKASYONÊN NÛ YE
HÊZEKÎ MEZIN Ê GIRÊDAYÎ PDK’Ê BI ÇEKÊN GIRAN DERBASÎ HERÊMA QESRÊ Û HECÎ UMRANÊ BÛN
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidest xistin PDK hêzek mezin bi wesayîtên leşkerî yên zirxî û çekên giran, ber bi Hacî Umran û bajarokê Qesrê şandi ye.
Li gorî çavkaniya ragihandiye hêzên hatine şandin girêdayî ‘Hêza Topxane yên Şeqlewayê’ ne.
Li ser vê mijarê çavkaniyek taybet ji Wezareta Pêşmergeyên Hikumeta Herêma Kurdistanê ku nexwest navê xwe bide, ji Rojnews re axivî û got;
“Ev hêz ne girêdayî Wezareta Pêşmergeyane lewma hayê me ji şandina vê hêzê tine ye”
Cîgirê serokerkan yê operasyonên Wezareta Pêşmergeyan Lîwa Qehreman Kemal jî li ser liv û tevgera vê hêzê li ser malpera xwe ya facebokê nivîsek parvekir. Qehreman got;
“Ti hêzek Wezareta Pêşmergeyan neketiye nava liv û tevgerê û agahiya me ji liv û tevgera vê hêzê nînin.”