Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên Barzanî rojnamevan Qehreman Şukrî Zênedîn girtin

 

ROJNAMEVAN QEHREMAN ŞUKRÎ ZEYNEDÎN
DI NAVA SAL Û NÎVEKÊ DE DU CARAN TÊ BINÇAVKIRIN

Rojnamevan Qehreman Şukrî Zeynedîn ciwanek ji Şeladizê ye.

Beriya bi sal û nîvekê li Şeladizê raperîna gel li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk çêbû, wê demê Qehreman hat binçavkirin.

Beriya bi hefteyekê raperîna gel dîsa li Şeladizê çêbû û dîsa Qehreman kirin binçavan.

Sedem jî ewe çima nûçeyên li dijî dagirkeriyê dişopîne.

Qehreman Şukrî Zeynedîn kurê rojnamevan Şehîd Şukrî Zeynedîn e.

Bavê wî Mijdara 2016’an wenda bû û piştî bi 4 rojan di 1’ê Kanûna 2016’an de cenazeyê wî hat dîtin.

Ji ber ku PDK’ê gef lê dixwarin, tê gotin ku bavê wî ji aliyê desthilata herêma Behdînan ve hatiye qetilkirin.

Piştî ku bavê Qehreman hat qetilkirin, wî jî da pey şopa bavê xwe û karê rojnamevaniyê kir.

Qehreman 26’ê Çileya sala 2019’an li Şeladizê di dema xwepêşandana li dijî baregeha leşkerên dewleta Tirk de li gel çend kesên din hate binçavkirin.

Piştî 22 rojan jî hatibû berdan.

Wê demê gef li Qehreman hatibû xwarin.

Di 19’ê Hezîrana 2020’an de jî Dewleta Tirk a dagirker gundê Sîda yê Şêladizê bombebaran kir.

Di encama êrişê de 5 ciwan şehîd bûn.

Piştî vê komkujiyê xelkê Şêladizê rabû serhildanê.

Hêzên leşkerî yên PDK’ê piştî vê raperînê gelek kes girtin.

Rojnamevan Qehreman jî yek ji wan kesan bû hate binçavkirin.

Di 27’ê Hezîranê de asayîşa PDK’ê bi ser mala Qehreman Şukrî Zeynedîn de girtin û kirin binçavan.

Di nava sal û nîvekê de cara duyemînê Qehreman tê binçavkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv