HÊZÊN DAGIRKER ÊRIŞÎ SIVÎLAN DIKIN
BI ROJANE DERDORA EYN ÎSA TÊ TOPBARANKIRIN
Amerîka û Rûsya ku xwe weke garantorên astengkirina êrişên dewleta Tirk binav kiribûn, li hemberî êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bê deng in..
Ji ber vê yekê artêşa Tirk û çeteyên wê demên dawî êrişên xwe li dijî herêma Eyn Îsayê zêde kirin..
Piştî derbeya giran a li herêmê xwarî, artêşa dagirker şevê din derdora Eyn Îsa, kampa penaberan, gundê Mûelek û rêya M4 bi dijwarî topbaran kir..
Dema êrişê balafirên keşfê yên artêşa dagirker li ser Eyn Îsayê digeriyan…
Êrişên bi heman rengî li herêma Şehbayê jî hebûn..
Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Eyn Deqne, Bêlûniyê û Minix ên girêdayî Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin..
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, hêzên Rûsya, çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li gundê Kefer Xewaş, topbaran kirin..
Gundê mijara gotinê girêdayî Ezazê ye..