ÎŞKENCEYA DERÛNÎ LI ZAROK KIRIN
DI BINÇAVAN DE BI ZORÊ ‘SIRÛDA ÎSTÎKLALÊ’ BI ZAROK DANE XWENDIN
Beriya bi çend rojan polêsên tirk ên faşîst li navça Şirnex Cizîrê li ser kolana Orhan Dogan zarokê 15 salî D.E binçav dikin.
Polêsan li qereqolê îşkence li zarok dikin.
Polêsên faşîst li gel îşkenceyê bi darê zorê sirûda îstîklalê jî pê didin xwendin.
Ne yek car bi dehan caran pê dane xwendin.
Bi ser de jî jê re gotine; Em ê her hefte spartekek bidin te heke tu çênekî wê demê em ji te re dizanin.”
Piştre zarok ji aliyê dadgehê ve serbest pê berdan.
Dayika wî tiştên bi serê kurê wê de hatine vegot:
Dibin çavan de Sirûda Îstîklalê bi wî dane xwendin.
Ewqas pê dane xwendin ku, dema hat malê devê wî ziwa bibû û nedikarî bi axive.
Em vê yekê qebûl nakin. Em ê giliyê polêsan bikin.