Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên Dewleta Tirk hem êrişan dikin û hem jî êrişan organîze dikin 15.09.2020

 

ÊRIŞÊN PIRALÎ YÊN LI DIJÎ KURDAN
HÊZÊN DEWLETA TIRK HEM ÊRIŞAN DIKIN Û HEM JÎ ÊRIŞAN ORGANÎZE DIKIN

Dewlata Tirk a ku li hemberî têkoşîna Kurdan tengav bûye dîsa weke salên 90’î ketiye pey plan û projeyên imhakirinê.

Hêzên dewleta Tirk ji hemû aliyan ve siyaseta qirkirinê dimeşîne.

Kuştin, avêtina zindanan, binçavkirin, êşkence, rakirina tabelayên Kurdî.

Tevî van kirinan, bi riya nijadperestan jî êrişan li dijî Kurdan organîze dike..

Herî dawî li Afyonê kesê bi navê Ozkan Tokay, ji aliyê nijadperestên Tirk ve hat qetilkirin.

Dewleta Tirk di rojên dawî de êrişên piralî yên li dijî Kurdan zêde kirine.

Ji aliyekê hêzên dewletê bi xwe rasterast êrişan pêk tînin.

Çiya û destên Kurdistanê bombebaran dikin.

Daristanan dişewitînin û xwezayê wêran dikin.

Bi riya esker û polîsan bûyerên tecawiz, destdirêjî û tacizê cinsî dide pêkanîn.

Ji kujeran heta tecawizkaran xwedî li wan sûcdarên li dijî Kurdan derdikeve.

Bûyerên bi vî rengî di rojên dawî de zêde kirin.

Bombebaranên li Başûrê Kurdistanê pir zêde kirine.

Di serî de Çiyayê Cûdî û Gabarê, herêmên daristanî dişewite.

Mîna li navçeya Wan Şaxê, wekî salên 90’î Kurdan ji helîkopteran diavêje.

Li Wanê bi destê dagirkerê şaredariyê tabelayên Kurdî dan rakirin.

Li Rihayê êşkenceya dijwar li 3 kurdan kirin.

Tevî Rihayê ji gelek deverên Kurdistanê nûçeyên êşkenceyê tên.

Bi binaçvkirin, girtin û cezayên bi dehan salan dixwazin Kurdan bitirsînin.

Tevî van pêkanînan, di demên dawî de bi riya nijadperestan jî êrişên li dijî Kurdan jî organîze dikin.

Mînakên dawî jî êrişên nijadperest ên li Sakarya û Afyonê ne.

Di êrişa li Afyonê de Ozkan Tokay yê ji Wanê hate kuştin.

Rayedarên Tirk wekî xwedî li wezîfedarên dewletê yên kujer, êşkencekar û tecawizkar, xwedî li êrişkarên nijadperest jî derdikevin.

Wezîr û waliyên Tirk xwedî li tecawizkar û êrişkaran derdikevin.

Bi daxuyaniyan rastiyê berovajî dikin û tecawizkarî û êrişkariya li dijî Kurdan teşfîq dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv