LI IRAQÊ NETEWPERESTIYA TIRK
HÊZÊN HEŞDÎ TIRKMEN LI IRAQÊ PÊŞENGIYA NETEWPERESTIYA TIRK DIKIN
Parlamenterê Tirkmen ê Iraqê û serokê Lijneya Mafê Mirovan yê li Parlamentoya Iraqê Erşed Salih serdana hêzên Tirkmen kir.
Erşed Salih li gel şandeyekê serdana hêzên Heşdî Tirkmen yên li gundê Bula ya Nû a ser bi bajarokê Yaçî Tirkmen kir
Di serdana xwe de Erşed Salih bi endamên rêvebiriya hêzên Heşdî Tirkmen re, sembola netewperestiya Tirk ku MHP serkêşiya wê dike, bilind kir.
Erşed Salih bi çekdarên Heşdî Tirkmen re, poz da û bi wan re sembola netewperestiya Tirk bilind kir.
Ev hereketa Erşed Salih aliyê gelek kesan ve bû mijara rexneyê.