Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên PDK û eskerên Tirk bi hev re gerîlayan dorpêç dikin 29.10.2020

 

HEVKARIYA QIRÊJ A PDK Û DEWLETA TIRK
HÊZÊN PDK Û ESKERÊN TIRK BI HEV RE GERÎLAYAN DORPÊÇ DIKIN

Hêzên PDK’ê tevî hemû hişyarî û bangan di hevkariya qirêj û xizmetkariya dagirkeriya dewleta Tirk de israr dike.

Dewleta Tirk ji Dema ku amadekariya dagirkeriya Metînayê dike, derket holê ku tevî hêzên PDK’ê tevdigere.

Di heman demê de li herêma Heftanînê jî, tevî eskerên Tirk hewl didin gerîla dorpêç bikin.

Li gorî agahiyên ANF’ê ji çavkaniyên herêmî girtine, Hêzên Parastina Sînor ê Iraq û PDK’ê tevî dagirkeriya Tirk ya li Heftanînê, li aliyê başûrê Heftanînê, li herêma Kêrê bi cih bûne.

Her çiqas ev hêz, îdîa dikin ku ji bo pêşiya eskerên Tirk bigirin li wir bi cih bûne jî, lê belê di pratîkê de berovajî wê tevdigerin.

Dema eskerên Tirk gundan dişewitînin, ew xwe paşde vedikişînin û bi xwe temaşe dikin.

Li gorî agahiyan PDK’ê di çarçoveya alîkariya hêzên Tirk a ji bo dagirkerina Metînayê, komek hêzên Zerevanî birine herêmên Banka, Erizê, Bamernê û Şîrtê ye.

Hêzên PDK’ê di meha tebaxê de jî, ji herêmên Metîna yên wekîn Tepê Ortê, gundê Sefaryaç Girê Barê û gundê Cidîdê bi cih bûbûn.

Ev cihên qalkirî dikevin nava herêma Metîna û li derdora riya navendî ne.

Bi vê yekê jî armanc ewe ku di navbera herêmên gerîla de bi cih bibin û riya çûyin û hatinê bibirin.

Li gorî nûçeya ANF’ê, berpirsyarê hêzên PDK’ê yê Dihokê Şêx Elo, Serbest Lezgîn û berpirsyarê hêzên Brûsk û Zerevanî yên PDK’ê Ezîz Weysî di 15’ê cotmehê de li Behdînanê civîn pêk aniye.

Di wê civînê de li dijî Tevgera Azadiya Kurd hin biryar hatine girtin.

Vê heyetê bi bahaneya wê gerîla êrişê pêşmerge bike, ji wan xwestine di pozîsyona amade bin de bisekinin.

PDK wekî din ji hêzên girêdayî Mesrûr Barzanî leşkerên gulan û Roj jî, şandine herêmên lê gerîla hene.

PDK di heman demê de ji herêmên Heftanî ên wekî Boselê û Derkara Ecemê jî hewl dide, 4 noxteyên eskerî çê bike.

Wekî din jî PDK plan dide ku di rojên pêş de li Heftanîn û Metînayê hêzên xwe zêde bike.

Wekî bahane jî, di rojên dawî de 10 kes kirine binçavan û bi îdîaya wan amadekariya çalakiyan kiriye jî, dixwaze provokasyonên xwe rewa bike.

Di heman demê de jî serê hevkariya xwe ya bi dagirkeriya Tirk re bigire.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv