Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên Rizgariya Efrînê: Li dijî dagirkeran berxwedan wê bi xurtî bidome 19.01.2021

 

LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ ÇALAKIYÊN HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ:
HRE: LI DIJÎ DAGIRKERAN BERXWEDAN WÊ BI XURTÎ BIDOME

Efrîna weke giraveke, bajarê herî aram ê herêmê bû.

Lê bi dagirkeriya dewleta Tirk re komkujî, revandin, asîmîlekirin, qirkirin û her cure êrişê li dijî gelan hatin meşandin.

Gelê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji cihûwarê xwe koçber bûnê, dîsa bi her cure qirkirinan ve rûbirû dimînin.

Li hemberî wan pêkanînên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ev serê 3 salan e çalakiyên şervanên QSD, YPG, YPJ û Hêzên Rizgariyê yên Efrînê yên tolhildanê benavber dewam kirin.

Li gorî bîlançoya YPG’ê ya 2018’an; dagirkeriya dewleta Tirk ji hewa û bejahiyê ve 5 hezar û 98 caran êrişî Efrînê kir.

Li dijî van êrişan şervanên YPG-YPJ’ê jî di 58 rojan de 900 çalakî lidar xistin.

2 helîkopter, balafireke bayraktar û 122 wesaîtên leşkerî hatin îmhakirin.

Di çalakiyên şervanan de 2 hezar û 422 çete û eskerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li gorî bîlançoya Hêzên Rizgariyê yên Efrînê 2019’an, şervanên Efrînê 252 çalakî hatine lidar xistin.

Di van çalakiyan de 135 jê esker û endamên îstîxbarata Tirk MÎT’ê, 621 dagirker hatin kuştin.

55 wesaîtên leşkerî hatin îmhakirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê di sala 2020’an de li dijî dagirkrekan çalakî û operasyonên xwe bi xurtî dewam kirin.

Şervbanên berxwedana serdemê bi taktîkên nû û profesyonel rehetî nedan dagirkeran.

Di sala 2020`an de li hemberî artêşa Tirk a dagirker û komên çete, bi giştî 153 çalakî hatine lidarxistin.

Di van çalakiyan de, 265 çete û leşker hatin kuştin.

Bi tenê di nava sala 2020’an de 35 wesayît, 3 doçka û 2 dron îmha kirine.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi tenê di nava 2019-2020’an de;

400 çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de bi giştî zêdetirî 900 dagirker hatin kuştin.

HRE’ê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku wê berxwedana li dijî dagirkeriyê di sala 2021’an de jî bi xurtî dewam bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv