Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên Tirk zextên ajantiyê li malbatan dikin 03.11.2020

 

Hêzên tirk di demên dawî de rêbazên şerên qirêj zêde kirine.

Bi rê û rêbazên cûda malbatên zarokên wan di nav refên azadiyê de eciz dikin.

Di heman demê zextên ajantiyê li rêbeveber û endamên HDP’ê dikin.

Hêzên tirk ên li Şirnex û navçeyên wê rêbazên şerê taybet û zextên li ser malbatên zarokên wan di nav refên azadiyê de ne zêde kirine.

Yek ji mexdûrên vê siyaseta şerê taybet Hatîce Dûrak a ji bajaroka Dêrgulê ye.

Hêzên Tirk zextan li Hatîce Dûrak dikin û jê dixwazin ku derbarê keça wê ya di nava refên PKK’ê de agahiyan bigirin.

Hatîce Dûrak nîşan dide û dibêje ku keça wê bi dilê xwe çûye û xwest ku dawî li vê pêkanînê were anîn.

 

Ji mexdûrên din Nebîha Akay ya ji navçeya Hezexê Nebîha Akay jî dibêje ji bo 2 nêviyên wê, polîs li wan digerin û bi van gotinan nerazîbûn nîşan da.

 

Diya 2 şehîdên berxwedana Cizîrê Heznî Arslan jî dibêje ji ber kurekê wê 2014″an beşdarî gerîla bûye, tevî ku jê agahiyan nagirin jî, hêzên Tirk tim bi telefonê wê eciz dikin.

Heznî Arslan li ser daxwaza polîsên Tirk a wekî biçe ber avahiya HDP’ê jî û wiha got:

Diya şehîdek, girtiyek û gerîlayek Nebahat Îşçî ya ji Cîzîrê jî nerazîbûn nîşanê hewldana qirêj a polîsên Tirk da û, bi gelek caran telefonkirina wê, êş wê zêde dikin.

 

Li aliyê din, li Cizîrê kesên xwe wekî yekîneya îstixbaratê bi nav dikin, zextên ajantiyê li endamê meclîsa şaredarî ya HDP’ê Îbrahîm Kaya kir.

Îbrahîm Kaya nerazîbûn nîşan da û anî ziman ku wê giliyê kesên zext wî dikin, bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv