Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hikumeta Ewusturyayê: Cihê sîxûrên Tirk li welatê me tine ye

 

Dewleta Tirk li gelek welatên Ewrûpayê bi rêya sîxûr û endamên Mît’ê hewl dide siyasetvanên Kurd û yên muxalif bêdeng bike..

Herî dawî bi rêya van derdoran li dijî Kurd û çepgirên Awusturyayê êriş pêk hat..

Wezîrê Karê Derve Karl Nehammer bi daxuyaniyekê eşkere kir ku dewleta Tirk li welatê wan xebatên sîxûriyê zêdekirine û wiha got:

Cihê sîxûrên Tirk li Auwsturyayê tine ye..

Meha Hezîranê li paytexta Awusturyayê Viyanayê nijadperestên Tirk êrişî Kurd û komên çepgirin kirin..

Piştî demeke kurt eşkere bû ku tliya sîxûrên Mît’a Tirk di êrişan de heye..

Û ji ber vê yekê hukûmetê lêpirsîn destpêkir..

Di encamê de yekîneyên îstîxbarat û parastinê yên Awusturyayê ragihandin ku wan belgeyên girîng bi dest xistin ku dewleta Tirk li welatê wan bi karên sîxûriyê radibe..

Doh têkildarî mijarê Wezîrê Karê Derve Karl Nehammer daxnuyaniyek da û ragihand ku wan sîxûreke Tirk girtine..

Nehmmar li ser rewşa sîxûrê hatiye girtin ev agahî dan:

Endamê Mît’ê lixwe mukir hat ku ew agahiyan berhev dike û pêşkêşî rayedarên Tirk dike..

Di navbera salên 2018 û 2020’an de herî kêm 35 kesên ku çûn serdana Tirkiyê hatin binçavkirin. Ev kesên mijara gotinê dema li Awusturyayê bûn, wêneyên wan ên xwepêşandanên protestoyî hatine kişandine. Li Tirkiyê Mît lêpirsîna wan birêve biriye û beramberî azadiya wan, sîxûrî li ser wan ferz kiriye.

Wezîrê karê derve eşkere kir ku li ber destê wan gelek belge hene û ev peyam da:

Em ji komare Tirk û serokê wî Erdogan re dibêjin,

Cihê sîxûrên Tirk li Awusturyayê tine ye. Em ê bi hemû hêza wan li dijî wan têbikoşin.

Karl Nehammer anî ziman wan encamên lêpirsînê bi serokatiya Yekîtiya Ewrûpayê re parve kirine û got, ew ê serî li Europolê bidin da ku xebatên sîxûrtiyê uên dewleta Tirk li Ewrûpayê asteng bikin..

Wezîra Ahengiyê ya Awusturyayê Suzanne Raab jî diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya komel û mizgeftên xwe xebatên sîxûrtiyê pêş dixe..

Ji sala 2013’an ve sîxûrên Mît’a Tirk li welatên Ewrûpayê plana êrişa li dijî siyasetvanên Kurd û aliyên çepgir organîze dikin..

Gelek kesên ku cihê xwe di xebatên sîxûrtiyê de digrin jî endamên AKP û mirovên serok-komar Erdogan in..

Piraniya wan jî li Almanyayê dimînin..
Şêwermendê Erdogan ê binavê Muhamed Taha Gergerlîoglu û sîxûrê Mît’ê Mehmet Fatîh Sayan çend ji van mînakan e..

Sayan têkildarî siyasetvanên Kurd de agahî radestî Mît’ê dikir..
2019-01-12 – fransa-paris – 9 ocak paris katliamini protesto yuruyusu – 3g kaydi
Herî dawî eşkere bibû ku endamê Mît’ê Omer Guney ê 9’ê Çileyê 2013’an li Parîsê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kuştibûn jî li Almanyayê mabû..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv