Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hikûmeta Libnanê xwe ji erkê kişand

 

Li Libnanê di nava 10 mehan de 2 hukûmet li hemberî nerazîbûnên gel hilweşiyan..

Piştî Saad Harîrî, Serokwezîr Hessan Diyab jî îsîfaya hukûmeta xwe ragihand..

Lê ji niha ve diyar e ku, ev gav wê dawî li xwepêşandanên gel neyîne..

Ji ber ku Libnanî ji îsîtfaya hukûmetê zêdetir, dixwazin sîstema heyî bi temamî were guhertin..

4’ê Tebaxê li paytexta Libnanê Beyrûdê, teqîneke mezin li nava Lîmanê pêk hat..

Di encamê de herî kêm 163 kesan jiyana xwe ji dest da û derdora 6 hezar mirov jî birîndar bûn..

Her wiha zerareke mezin li avahiyên bajêr bû û bêtirî 300 hezar kes bê xanî man..

Li welat ku ji ber aloziya aborî û karên nelirê, gel ji Cotmeha 2019’an ve li ser piya ye, bi teqîna Beyrûdê re careke din dengê xwe bilind kir..

Welatiyên ku ji teqînê desthilatdariya siyasî berpirsiyar nîşan da rojên dawî çalakiyên girseyî lidarxistin..

Li hemberî hêrsa gel, pêşî 4 wezîrên hukûmetê îstîfaya xwe ragihandin..

Roja Şemiya derbasbûyî jî Serokwezîrê Hesan Diyab alîgiriya xwe ya ji bo hilbijartina pêşwext eşkere kir..

Li gel vê yekê jî nerazîbûnên civakê kêm nebûn û vê yekê zor da hukûmetê da ku dest ji kar bikşîne..

Di encamê de Serokwezîr Hesan Diyab li gel endamên hukûmetê civîneke awarte pêk anî û danê êvarê îstîfaya xwe ragihand..

Diyab di daxuyaniyê de anî ziman ku ew pêştgiriyê dide daxwaza gelê Libnanê got, bi taybet lazime berpirsiyarên teqîna Beyrûdê werin cezakirin..

Serokdewletê Libananê Mişel Awn jî bi daxuyaniyekê fermî ragihand ku îstîfaya hukûmeta Diyab hatiye qebûlkirin û got, heta sazkirina hukûmeteke nû, wê hukûmeta heyî erka xwe dewam bike..

Lê ji niha ve diyar e ku ev gav wê dawî li xwepêşandanên gel neyîne..

Lewma Libnanî ji îsîtfaya hukûmetê zêdetir, dixwazin sîstema heyî bi temamî were guhertin..

Doh hejmareke ji rêxistinên civaka sivîl ku pêşengiya xwepêşandanan dikin bang li serok-komarê Mîşel Awûn jî kirin

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv