PDK di heman daxuyaniyê de qaşo bersiv dide daxuyaniya KCK’ê ya 23’ê Tebaxê jî.
KCK di vê daxuyaniya xwe de bal dikişîne ser hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re.
KCK dibêje;
“Di demekê de ku dewleta Tirk li dijî gelê me şerê qirkirinê dike, PDK jî bi ser me de tê. Li ser gerîla ‘teslîmiyetê’ ferz dike.”
Lê PDK wekî ku gerîla Başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞ ne parastiye tevdigere.
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Hisên Kerkûkê di bernameya Nîvroj vê mijarê nirxand.
Kerkûkê Gerîlayên HPG û YJA-Starê ji bo parastina xaka başûrê Kurdistanê xwedî rolekî sereke bûn.