Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hollanda daxwaz kir ku ‘Tevgera Bozkûrt li tevahiya YE’yê bê qedexekirin’ 21.11.2020

Desthilata Hollanda û mûxalefetê daxwaz kir ku tevgera ‘Bozkûrt’ li tevahiya Yekîtiya Ewropayê bê qedexekirin û bixin lîsteya pêkanînan li ser bên kirin. Di pêşnûmeya hate amadekirin de, diyar kir ku tevgerên Bozkûrt ‘komên mirovan bi hev didin şerkirin’.

Piştî Fransa û Elmanya niha jî Hollanda daxwaz kir ku xebatên Ocaxên Nîjadperestan li tevahiya Yekîtiya Ewropayê (YE) bê qedexekirin. Daxwaz kir ku Ocaxên Nîjadperestan ên weke ‘Bozkûrt’ tên nasîn bikeve nava lîsteya pêkanînê ya NY’yê.

Bi pêşnûmeyek hevpar a desthilat û partiyên muxalefetê bû rojeva parlementoyê û hate erêkirin, piştî ku hikûmetê lêkolîn kir û şûnde wê dîsa bê dengdan. Sê partiyên hevkarên Hikûmeta Hollandayê û Partiya Sosyalîst (PS) a mûxalefetê hevpar pêşnûme hate amadekirin di Meclîsa ji 150 endaman pêk dihat bi dengê 147 parlementeran hate erêkirin.

Piştî ku Fransa xebatên Ocaxên Nîjadperestan qedexe kir û şûnde Parlementerê Partiya Gel a Ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) Bente Backer a Serokwezîr Mark Rûtte pêşengtiya wê dike, biryareke mîna vê ketibû rojevê ku Hollanda jî bigire. Di pêşnûmeya parlementerê VVD’ê de Partiya Demokratîk a Xiristiyan (CDA) li gel Demokratan 66 (D66) ên hevparên hikûmetê li gel Partiya Sosyalîst a mûxalefet jî destek kir.

Di pêşnûmeya hevpar a ji aliyê desthilat û muxalefetê ve hate dayîn, hate gotin ku Ocaxên Nîjadperestan ên weke ‘Bozkûrt’ tên nasîn ku bi salan li Hollandayê xebatên dikin weke tevgerekî rastgiriya tundraw û nîjatperestiyê hate nîşandan. Di pêşnûmeyê de ev hate gotin: “Bozkûrt li Hollandayê dibe sedemê şer di nava komên cihê de derbixînin.’ Ji bo vê yekê daxwaz kir ku xebatên Ocaxên Bozkûrtan bên qedexekirin û bikeve di nava lîsteya Yekîtiya Ewropa ya pêkanîn li ser bê kirin de.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv