Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: 4’ê Mijdarê hêzên me êrîşî kesê nekiriye 07.11.2020

HPG’ê têkildarî bûyera 4’ê Mijdarê ya li gundê Bêbadê ya bajaroka Çemankê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û got: “Hêzên me ti êrîşek pêk neaniye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bûyera 4’ê Mijdarê ya li gundê Bêbadê ya Çemankê daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kir:

“Di hin nûçe û daxuyaniyan ku li ser hin organên medyayê hatiye parvekirin, tê gotin 4’ê Mijdara 2020’an di rûdanê de ya li nêzî gundê Bêbadê ya li ser Çemankê hêzên me êrîş birine. Nûçe û daxuyaniyên navborî rastiyê nabêjin.

Hêzên me ti êrîş pêk neanîne. Ji du baskan ve bi şêwaza operasyonê ketine nav kampa ku hêzên me lê ne. Rûdan bi vî rengî ye. Jİ ber rûdaneke wiha em xemgîn in. Bi daxuyanî û hişyariyên beriya niha ji bo rûdanên wiha pêk neyên me bang kiribû û hişyarî dabû. Em dubare dikin ku operasyonên li ser cihên ku kampên me lê ne rawestin û hemû pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv