ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: 6 HEVALÊN ME LI BEDLÎSÊ ŞEHÎD BÛN
Li Geliyê Şêx Cûma yê Bedlîsê 6 gerîlayên HPG û YJA-Starê di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûn.
HPG’ê ragihand, ku artêşa dewleta Tirk a dagirker di şerê du rojan de derbên giran xwarin. Û nasnameyên şehîdan eşkere kirin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li dijî dagirkeriya Tirk ê 5’ê Îlonê li Geliyê Şêx Cûma yê Bedlîsê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku piştî bombebarana artêşa dewletra Tirk li herêmê dest bi tevgera dagirkeriyê kiriye.
Du rojan li herêmê şerekî dijwar qewimî ye û artêşa dagirker derbên giran xwarine.
Di şer de gerîla Şoreş, Mahîr, Zerdeşt, Besê û Têkoşer şehîd bûn û gerîla Ronahî jî heta guleya xwe ya dawî şer kir û ji bo dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqand.
Nasnameyên gerîlayên şehîd wiha ne:
Devrîm Erdemîr bi nasnav Şoreş Nemrût li Stenbolê ji dayîk bûye û 6’ê Îlonê li Bedlîsê şehîd bû.
Nasnav: Şoreş Nemrût
Nav paşnav: Devrîm Erdemîr
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Radîfe-Cevdet
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2020’an / Bedlîs
Ozlem Atsak bi nasnav Ronahî Dersim li Wanê ji dayîk bûye û 6’ê Îlonê li Bedlîsê şehîd bû.
Nasnav: Ronahî Dersim
Nav paşnav: Ozlem Atsak
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zeytûn-Kerem
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2020’an / Bedlîs
Îbrahîm Yilmaz bi nasnav Mahîr Garzan li Stenbolê ji dayîk bûye û 6’ê Îlonê li Bedlîsê şehîd bû.
Nasnav: Mahîr Garzan
Nav paşnav: Îbrahîm Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Besra-Bozdîn
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2020’an / Bedlîs
Umran Aslan bi nasnav Zerdeşt Garzan li Bedlîsê ji dayîk bûye û 6’ê Îlonê li Bedlîsê şehîd bû.
Nasnav: Zerdeşt Garzan
Nav paşnav: Umran Aslan
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Şefîka-Kadrî
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2020’an / Bedlîs
Dîlan Arslan bi nasnav Besê Havîn li Mûşê ji dayîk bûye û 6’ê Îlonê li Bedlîsê şehîd bû.
Nasnav: Besê Havîn
Nav paşnav: Dîlan Arslan
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Hayat-Fesîh
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2020’an / Bedlîs
Û Mihemed Şerîfî bi nasnav Têkoşer Kurdistan li bajarê Taliş ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û 6’ê Îlonê li Bedlîsê şehîd bû.
Nasnav: Têkoşer Kurdistan
Nav paşnav: Mûhammed Şerîfî
Cihê jidayikbûnê. Taliş
Dayik-Bav: Sirahî-Abdulhuseyîn
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2020’an / Bedlîs
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi berfrehî behsa kesayet û sekna şoreşgeran kir, ji malbatên wan re sersaxî xwest û ev soz da:
Emê têkoşîneke bênavber bikin, ji bo armanca şehîdên xwe ya jiyana azad a bi Rêber Apo re pêk bînin.