Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Artêşa Tirk ji tevgerên li Bedlîs û Cûdî ti encam bi dest nexist û vekişiya 25.09.2020

 

LI BAKUR TEVGERÊN DAGIRKERIYA ARTÊŞA DEWLETA TIRK
HPG: ARTÊŞA TIRK JI TEVGERÊN LI BEDLÎS Û CÛDÎ TI ENCAM BI DEST NEXIST Û VEKIŞIYA

HPGê ragihand tevgera eskerî ku artêşa Tirk li Bedlîs û Çiyayê Cûdî da destpêkirin, bê ku ti encamekê bigire bi dawî bû.

Ev tevgera eskerî roja 16ê îlonê destpêkiribû û tenê 5 rojan dewam kiribû.

Di daxuyaniya navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin.

Roja 15’ê Îlonê li zozanê Ava Berxa yê navçeya Bedlisê Xîzanê, di navbera gerîla û eskerên Tirk de şer derket.

Di şer de hejmarek zêde esker hatin kuştin û birîndar bûn.

Li ser vê rewşê, artêşa Tirk roja 16’ê Îlonê dest bi tevgereke nû ya dagirkeriyê kir.

Lê bê ku ti encamekê bi dest bixe, neçar ma roja 21’ê îlonê ji heremê vekişe.

Li derdora Cûdî jî roja 21’ê Îlonê artêşa Tirk bi helîkopteran herêm dan ber bombeyan.

Paşê bi helîkopteran esker danîn herêmê û dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Ev tevger jî 22’ê Îlonê bê encam bi dawî bû.

Navenda Ragihandina HPG’ê li ser êrişên hewayî yên artêşa Tirk jî ev agahî dan:

Roja 14’ê Îlonê derdora maleke li gundê Rusê yê li herêma Heftanînê û qada navbera gundên Rusê, Şudinê û Sulavê hatin bombekirin.

Ji ber bombardûmanê xisar li mal, bax û baxçeyên gundiyan bû.

Roja 22’ê Îlonê jî qada Xantûrê ya herêma Heftanînê hat bombebarankirin.

Ji ber bombardûmanê şewat li herêmê derket û hîn jî dewam dewam dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv