Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Balefirên Artêşa Tirk maşînên ku ala Îraqê li ser wan in kirine hedefa êrîşan

 

“ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER BI ZANEBÛN LI ARTÊŞA IRAQÊ DA”
HPG: BALAFIRÊN ARTÊŞA TIRK WESAYÎTA KU ALA IRAQÊ LI SER BÛ BOMBEBARAN KIRIN

 

Artêşa Tirk ku beşek ji axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, doh êrişî hêzên Artêşa Iraqê kir.

Êrişa bi balafirên şer ên bê mirov li herêma Biradostê pêk hat û di encamê de 2 fermandarên payebilind ên Artêşa Iraqê şehîd bûn.

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Artêşa Tirk bi zanebûn li Artêşa Iraqê da û wesayîta ku ala fermî ya Iraqê li ser bû kiriye hedef.

HPG’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya hukûmeta herêmê da û got nayê qebûlkirin ku hukûmeta herêmê Dewleta Tirk pîr û pak nîşan bide.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku Artêşa Tirk bi zanebûn li Artêşa Iraqê da û li ser pêk hatina bûyerê jî ev agahî parve kirin.

11’ê Tebaxê di navbera hêzên hukûmeta Iraqê û hêzên me de hevdîtinek çêbû. Ev hevdîtin jî li ser êrişên Dewleta Tirk û riya çareseriyê bû. Piştî danûstandinan Artêşa Tirk cihê hevdîtinê bombebaran kir. Wesayîtên ku ala fermî ya Iraqê li ser bûn bi zanebûn kirin hedef. Di encama êrişê de hem ji hêzên me, hem jî ji hêzên Iraqê rayedar şehîd bûn.

HPG’ê diyar kir ku bi awayekî eşkere tê dîtin bê Dewleta Tirk a faşîst çawa bi zanebûn Artêşa Iraqê kiriye hedef.

HPG’ê ragihand ku Dewleta Tirk a dagirker li ser navê diyalog û çareseriyê tiştekî qebûl nake û wiha got;

Bi awayekî hovane êriş birin ser wesayîta ku ala Iraqê li ser bû. Lê tevî vê yekê jî hukûmeta herêmê bi daxuyaniyan Dewleta Tirk pak nîşan da û wekî ku sedema êriş em bin ragihand. Ev yek ne rast e. Bi vê yekê re çavê xwe li xetereya li ser gelên herêmê jî digrin. Divê hukûmeta herêmê daxuyaniyên bi vî rengî nede.

HPG’ê ji bo malbatên Muhammed Reşîd Silêman û Zibêr Halî Taceddîn, gelê Kurd, Ereb û hukûmeta Iraqê re sersaxî xwest û got ew ji ber şehadetan xemgîn bûne.

HPG’ê ragihand ku ev rejîma faşîst ji bo tevahiya gelan talûke ye û divê gelê Kurd, Ereb û her kes bi têkoşînek hevpar li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk û xeyalên wan ên Osmaniyan derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv