Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG bi daxuyaniyekê fermandar Gulan Gabar bi bîr anî 13.01.2021

 

FERMANDAR GULAN GABAR-RUKIYE ÇEKÎÇ
HPG’Ê BI DAXUYANIYEKÊ EW BI BÎR ANÎ

Rukiye Çekîç bi nasnav Gulan Gabar 1988’an li navçeya Colemêrgê Geverê ji dayîk bû.

Ji malbateke welatparêz a ji gundê Meşkanê ye.

Di zarokatiya xwe de Tevgera Azadiyê nas kir.

2005’an beşdarî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

Jineke serhildêr a Zagrosan bû.

Li Zagrosan, Garê, Zapê, Erziromê, Cîlo û Avaşînê Fermandareke pêşeng a YJA-Starê bû.

Timî berê wê li serketinê bû.

Hevaltî û gerîlatî ji bo wê gelek bi wate bû.

Weke şopînera Bêrîtan, Azîme, Zîlan, Zelal, Sara, Delal û Berçeman ala têkoşîna jina azad a Kurd hilda.

Herî dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê Fermandariya Herêmê dikir.

26’ê Kanûna 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişa balafirên şer ên dagirkeriya Tirk de şehîd bû.

Bedel çidibe bila bibe rêya heqîqetê hilbijart.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG”ê bi daxuyaniyekê ew bibîranî.

RÛKIYE ÇEKÎÇ
GULAN GABAR
COLEMÊRG
DÊ Û BAV: SULTAN – KUVAT
26’Ê KANÛNA 2017’AN – HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA

Di serî de malbata wê, HPG’ê ji malbatên şehîdan, xelkê Geverê û tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Em hevrêyên Gulan, soz û sonda xwe nû dikin, ku wê têkoşîna me mezintir be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv