Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG daxuyanî da û got “Me hêzên PDK hişyar kirin” 26.10.2020

 

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê têkildarî veguhestina hêz û çekên giran ber bi sînorên Akrê ve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku wan ji bo hêzên PDKê zêdetir pêşnekevin hişyariyên pêwist kirine.

Her wiha ji bo rê li ber vê hewldana bi talûke were girtin bang li gelê Kurdistanê hat kirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

Hêzên PDK’ê ber bi qadên gerîla ve nêzî herêma Garê hatin veguhestin.

Ev herêm nêzî navçeyên Akrê û Amêdiyê ye.

Van hêzan xwestin ber bi qadên gerîla ve werin û çeperan çêkin.

Hêzên me ji bo hêzên PDK’ê zêdetir pêşnekevin hişyariyên pêwist kirin.

Heman rojê bi şev balafirên şer ên dewleta Tirk ev cihê ku me hişyarî li hêzên PDK’ê kirî bombe kirin.

Di daxuyaniya HPGê de ev bang li gelê Kurdistanê hat kirin:

Ev hewldanên bi vî rengî talûkeyên ciddî di nava xwe de dihewînin.

Em bang li hêzên navborî dikin, ku dawî li van hewldanan bînin.

Em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz jî dikin, ku li hemberî van hewldanan hişyar û hestiyar bin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv