Li Heftenînê ji 16’ê Hezîranê ve çalakiyên bi bandor pêk tên.
Bi taybet gerîlayên YJA-Starê ji van çalakiyan re pêşengiyê dikin…
Gerîlayan doh li Heftenînê derbên giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker dan.
Di rêzeçalakiyên gerîlayên jin de 13 eskerên artêşa dagirker hatin kuştin ku yek ji wan payebilind bû.
Li aliyê din çavkaniyên herêmî gotin: dewleta Tirk koordîneya şer a li Heftenînê ji ber têkçûyîna wê guhertî ye.
LI GIRÊN DÛPIŞK, ŞEHÎD BÊRÎVAN Û ŞEHÎD BERXWEDAN ÇALAKÎ
HPG: DI ÇALAKIYÊN YJA-STAR’Ê DE 13 ESKERÊN DIJMIN HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê têkildarî çalakiyên dawî yên gerîlayan li herêma Heftenînê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, 5’ê Tebaxê gerîlayên YJA-Starê li herêmê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê rabûn.
Şeveqê gerîlayên jin yekîneyeke artêşa dagirker a li navbera Girên Dûpişk û Şehîd Bêrîvan kirin hedef.
Gerîlayan bi awayekî xurt li hedefa xwe dan, 9 esker hatin kuştin yek jê bi paye bû.
Her wiha 6 esker jî birîndar bûn.
Piştî nîvro gerîlayên jin vê carê dagirkerên li ser Girê Şehîd Berxwedan kirin hedef.
Gerîlayan li vir jî bi xurtî li hedefa xwe dan.
Çeperekî artêşa dagirker hat rûxandin, 4 esker hatin kuştin.
JI BER TÊKÇÛYÎNÊ DAGIRKERIYA TIRK KOORDÎNEYA ŞER A LI HEFTENÎNÊ GUHERT
Ji bilî daxuyaniya HPG’ê ji aliyê çavkaniyên herêmî ve agahiyên nû hatin ragihandin.
Li gorî agahiyan, ji ber ku li hemberî berxwedana gerîlayan têk çûye, koordîneya şer ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye guhertin.
Wekî din hat ragihandin, ku artêşa dewleta Tirk a dagirker hêzeke nû biriye Heftenînê.
Li gorî agahiyan ev hêz piraniya xwe ji cerdevanan pêk tê.