HPG: LI BAZÎDÊ 8 ESKERÊN DIJMIN HATIN KUŞTIN, LI ÇELÊ 2 ÇEPER TEVÎ ESKERÊN TÊ DE HATIN RÛXANDIN. HPG’Ê NASNAMEYA ŞEHÎDA ZÊ EŞKERE KIR
Encama çalakiya gerilla ya li Bazîdê eşkere bû.
8 eskerên artêşa tirk hatin kuştin, yek ji wan payebilind e.
Artêşa Tirk dîsa mîna hertim ji bo rastiyan ji gel veşêre, hêjmara kuştiyên xwe tenê wekek 2 eşkere kiribû.
Li navçeya Colemêrgê Çelê jî hêzên gerila li hemberî eskerên tirk, operasyonek pêkanin.
2 çeper tevî eskerên tê de rûxandin.
PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA SERFIRAZIYÊ
HPG: NE 2, LI BAZÎDÊ 8 ESKERÊN DIJMIN HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê daxuyaniyek da û cih da encamên çalakiya 29’ê Tebaxê ya li navçeya Agirî Bazîdê.
HPG’ê ev agahî parve kirin:
28’ê Tebaxê hêzên me li navbera qereqolên Serêkaniyê û Girberena yên Bazîdê, yekîneyeke artêşa dewleta Tirk a dagirker xistin kontrola xwe.
29’ê Tebaxê şeveqê ev yekîneya dijmin bi piştgiriya balafirên keşfê ket nava tevgerê.
Gerîla li vir bi Pêngava Şoreşgerî ya Serfiraziyê rabûn û bi qasî 5 metroyan ji nêz ve li dagirkeran dan.
Dagirkerên derbên giran xwarin ketin panîkê û ji qadê reviyan.
Di encama çalakiyê de 8 eskerên dijmin hatin kuştin yek jê bi paye bû.
Dewleta Tirk a dagirker bi navbêynkariya çapemeniya xwe ya şerê taybet hejmara kuştiyên xwe weke 2 ragihandin.
Bi vî rengî dîsa rastî ji raya giştî veşart û daxuyaniyên têkildarî çalakiyê hatine belavkirin ne rastin.
PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD BAGER Û ŞEHÎD RONYA
HPG: LI ÇELÊ 2 ÇEPER TEVÎ ESKERÊN TÊ DE HATIN RÛXANDIN
Di daxuyaniya HPGê de hat ragihandin, ku gerîlayan 28’ê Tebaxê li navçeya Colemêrgê Çelê jî li dagirkeran dan.
Li gorî daxuyaniyê:
Gerîlayên bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya rabûn, dagirkerên li ser “Girê” kirin hedef.
Di çalakiyê de 2 çeper tevî eskerên tê de hatin rûxandin, lê hejmara kuştî û birîndarên artêşa dagirker nehat zelalkirin.
ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG’Ê NASNAMEYA ŞEHÎDA ZÊ EŞKERE KIR
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê ragihandibû, ku li qada Cîloyê Biçûk a herêma Zê gerîlayek şehîd bûye.
HPGê nasnameya gerîlaya şehîd bûyî eşkere kir:
Hiyam Qasim bi nasnav Şîlan Koçer li Dêrika Rojava ji dayîk bûye û 18’ê Tebaxê li herêma Zê şehîd bû.
Nasnav: Şîlan Koçer
Nav paşnav: Hiyam Kasim
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Ayşe-Nûh
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2020 / Zap
Di daxuyaniyê de hat gotin:
Hevrêya me 1993’yan li Dêrikê ji dayîk bû û di nava malbateke welatparêz de mezin bû.
Di nava Şoreşa Rojava de cihê xwe girt û şahidî jê re kir.
Di serî de malbata wê ya hêja, em ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soz didin, ku têkoşîna azadiyê ya şehîdên xwe bi ser bixin.