Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG Ê nasnameya Şehîdên Çiyayê Gabarê eşkere kir

 

DELÎL, RÛHAL Û ŞERVAN
HPG’Ê NASNAMEYA ŞEHÎDÊN ÇIYAYÊ GABARÊ EŞKERE KIR

Sê gerîlayên HPG-YJA Starê Delîl Herekol, Rûhal Amudê û Şervan Botan 13’ê hezîranê li qada Çiravê ya Çiyayê Gabarê di şerê li himber dijmin de şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya şehîdan eşkere kir.

Dewleta Tirk a dagirker 13’ê hezîrana 2020’an li herêma Çiyayê Gabarê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Sê gerîlayên HPG-YJA Starê-Delîl Herekol, Rûhal Amûdê û Şervan Botan li qada Çiravê di şerê li dijî dijmin de şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdan eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

 

Halîs Aka bi nasnav Delîl Herekol li Mersînê ji dayîkbûye û 13’ê hezîrana 2020’an li Gabarê şehîd bû.

ANF Images

Nasnav: Delîl Herekol

Nav paşnav: Halîs Aka

Cihê jidayikbûnê: Mersîn

Dayik-Bav: Hediye-Osman

Dem û cihê şehadetê: 13’ê Hezîrana 2020’an / Gabar

 

 

 

Rîhan Muhemed bi nasnav Rûhal Amûdê li Amûdê ji dayîkbûye û 13’ê hezîrana 2020’an li Gabarê şehîd bû.

ANF Images

Nasnav: Rûhal Amûdê

Nav paşnav: Rîhan Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Dayik-Bav: Nûra-Aladdîn

Dem û cihê şehadetê: 13’ê Hezîrana 2020’an / Gabar

 

 

 

Ehmed Kavas bi nasnav Şervan Botan li Kobanê ji dayîkbûye û 13’ê hezîrana 2020’an li Gabarê şehîd bû.

ANF Images

Nasnav: Şervan Botan

Nav paşnav: Ahmet Kavas

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Besê-Îbrahîm

Dem û cihê şehadetê: 13’ê Hezîrana 2020’an / Gabar

HPG di daxuyaniyê de îşaret bi têkoşerî û sekna her sê şehîdan kir.

Hevrê Delîl 1991’ê li Mersînê ji dayîk bû. Demek dirêj li nav xebatên ciwanan ma. 2019’an tevlî nav refên gerîla bû û li wir têkoşîna xwe dewam kir. Bi dilnizmî û sekna xwe di dilê hevrêyên xwe de cihek wî yê diyar hebû. Ew nûnerêkî xurt ê milîtinayê bû.

Hevrê Rûhal û Şervan jî li derdorekê welê mezin bûn ku hestê welatparêziyê lê kûr e. Ji bo berxwedanê mezin bikin bûn gerîla. Timî bi coşeke mezin bi berpirsyariya xwe rabûn û cihê xwe li eniyên berxwedanê girtin.

Hevrê Delîl, Rûhal û Şervan bi lehengî li dijî dijmin şer kirin û bûn lehengên pêşeng ê Botanê.

HPG di serî de malbatên şehîdan ji gelê Kurd ê Welatparêz re sersaxî xwest û soza avakirina Kurdistaneke azad nûkir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv