Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Gerîlayan li dijî xeta petrolê ya Botaşê çalakiya sabotajê kirin 29.10.2020

 

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYA HPG’Ê:
YEKÎNEYEKE JI 2 GERÎLAYAN 26’Ê COTMEHÊ LI ÎSKENDERÛNÊ ÇALAKÎ KIR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîla û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Heremên Parastinê yên Medya eşkere kir.

HPG’ê têkildarî çalakiya 26’ê Cotmahê ya li navçeya Hatayê Skenderûnê ev agahî dan.

Çalakî ji aliyê tîmeke me ya ji 2 gerîlayên profesyonel ve pêk hat.

Têkilî vê çalakiyê tiştên ku di çapemeniya mêtinger de hatine diyarkirin bi temamî derew in.

Em ê agahiyên berfireh ên derbarê çalakiyê de paşê bi raya giştî reparvekirin.

Wek tê zanîn li her deverê gerîlayên azadiya Kurdistanê bi taktîkên nû li dijî dagirkeran şer dikin.

Têkoşîna wan tirseke mezin dixê dilê dewleta Tirk a faşîst û qirker.

Bi vê çalakiyê gerîlayan bersiv da xeyalên mêtîngeran ên ku di gotin gerîla li Amanosan tasfiye bûye.

Gerîla heta meşa ‘Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad” bi serfiraziyê tacîdar nekin wê li her derî têkoşîna xwe bidomînin.

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYA HPG’Ê:
GERÎLAYAN LI DIJÎ XETA PETROLÊ YA BOTAŞ’Ê ÇALAKIYA SABOTAJÊ KIRIN

Wekî din roja 28’ê Cotmehê jî gerîlayan li herêma Bagokê li dijî xeta Petrolê ya Botaşê çalakiyeke sabotajê kirin.

Di encama vê çalakiyê de xeta petrolê bi temamî hate îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker roja 14’ê Cotmehê li navçeya Colemêrgê Çelê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir.

Tevger li derdora gundên Gizê, Zaîte, Tuxubê, Gûzereşê, Sirta Helwesîsê û Sirta Pîrê û li girê şehîd Egîd pêk hat.

Lê 24’ê Cotmehê bê encam ji herêmê vekişiya ye.

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYA HPG’Ê:
DEWLETA TIRK BI BALAFIRAN QADÊN SIVÎL Û GERÎLA BOMBEBARAN KIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên hewayî yên artêşa dewleta Tirk jî ev agahî dan.

24’ê Cotmehê li qada Kolitê ya herêma Xakurkê dema ku gelê me yê sivîl karê xwe yê rojane dikir bûn hedefa bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker.

Piştre jî bi obus û hawanan heman qad hate bombekirin.

Di encamê de tiştek bi kesî nehat, lê belê xisara madî li gundiyan bû.

25’ê Cotmehê qada Meyrokê ya herêma Garê û gundê Çemrobotkî:

26’ê Cotmehê qada Herfa T a herêma Zapê:

Qada Çemço yali herêma Zapê:

27’ê Cotmehê li herêma Garê derdorê gundê Kanî Ohran:

28’ê Cotmehê li qada Meyrokê ya herêma Garê dehma Stêvra Jêr a li Kantiya Kontra:

Û 28’ê Cotmehê qada Çemço û Sîda yaa herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Navendê got, di bomberdimanê de tiştek bi gerîla nehatiye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv