Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Hêzên me yên gerîla tu carî nabe aliyê ku êriş bike 07.11.2020

 

“HÊZÊN ME YÊN GERÎLA TU CARÎ NABE ALIYÊ KU ÊRIŞ BIKE”
NAVENDA RAGIHANDINÊ Û ÇAPEMENIYÊ YA HPG’Ê LI SER BÛYERA ÇEMANKÊ DAXUYANIYEK DA

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku heta niha hêzên wan ne li Çemankê, ne jî li deverek din, li hember PDKê ti êriş pêknanine.

HPG’ê nûçeyên çapemeniya PDK yên di vî warî de derew derxist û ev îfade bikaranî:

“Ev nûçe ne rast in. Hêzên me ti êriş pêk neanîn e. Tevî hişyariyên me jî hêzên PDK’ê ji du milan ve ketin nava kampa me ya li dora gundê Bebadê.”

HPG’ê dubare bang li PDK’ê kir ku hêzên xwe paş de bikşîne û pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bike.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî bûyera 4’ê Mijdarê ya li gundê Bêbadê ya li bajarokê Çemankê ev agahî dan.

Di hin nûçe û daxuyaniyan çapemeniya Başûrê Kurdistanê de tê gotin gerîlayan êriş kiriye.

Ti rastiya van nûçe û daxuyaniyan nîne.

Hêzên me yên gerîla ti carî nebe aliyê ku wê êriş bike.

4’ê Mijdarê hêzên PDK’ê ji du milan ve bi şêwazê operasyonê ketin nav kampa hêzên me ya gundê Bebadê.

Rastiya buyerê bi vî rengî ye.

Ji ber rûdaneke wiha em xemgîn in.

Bi daxuyanî û hişyariyên beriya niha ji bo rûdanên wiha pêk neyên me bang kiribû û hişyarî dabû.

Em dubare bang li PDK’ê dikin ku operasyonên li ser cihên ku kampên me lêne rawestine.

Û pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv