NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HPG’Ê:
LI HEFTANÎNÊ ESKEREKÎ ARTÊŞA TIRK HAT KUŞTIN
Gerîlayên HPG/YJA-STAR’ê li dijî hêzên dagirker ên li Heftanînê çalakiyeke sekvaniyê kirin. Eskerek hat kuştin.
Di şerê 9’ê Îlonê yê li Colemêrgê de jî gelek esker hatin kuştin û birîndar bûn.
HPGê ragihand ku di van rojên dawî de 4 gerîlayên wan şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî şer û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê roja 12’ê Îlonê di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de gerîlayan li qada Bektorya, li dijî eskerên li ser girê şehîd Sîpan bi cih bûbûn çalakiyeke sekvaniyê kirin û di encamê de eskerek hat kuştin.
NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HPG’Ê:
LI COLEMÊRGÊ GELEK ESKER HATIN KUŞTIN, 4 GERÎLA ŞEHÎD BÛN
Roja 9’ê Îlonê jî artêşa Tirk a dagirker bi balafir û helîkopteran êrişî qada Îsmaîl Axa ya herêma çiyayê Sumbulê ya Colemêrgê kir.
Piştî vê bombebaranê artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky esker li herêmê danîn û dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Di vê tevgera dagirkeriyê de di navbera gerîla û eskeran de şerekî giran qewimî.
Di şer de gelek eskerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û birîndar bûn.
Ji ber vê derba giran artêşa Tirk bi helîkopterên Kobra bombe li herêmê barandin.
Hevreyên me Çekdar, Dilovan, Ronahî û Dersim ên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn..
Di rojên bên de wê agahiyên berferih ên têkildarî nasnameya şehîdan bi raya giştî re bên parvekirin.
Dîsa 12’ê Îlonê Arteşa Tirk derdora gundê Peraxê yê herêma Heftanînê, qada Mervanos a herêma Avaşînê û 10’ê Îlonê jî qada Tirvanişê ya Metîna bi balafir, hawan û obusan bombebaran kirin.
Ji ber bombebaranê li du qadan şewat derket û şewat hê jî didome.