Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li geliyê Reş u Xakurkê 2 eskerên Tirk hatin cezakirin

 

Li Pîrbilayê di şerê doh de gelek eskerên artêşa dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li gundê Banikê jî artêşa dagirker xaniyên gundiyan şewitandin û HPGê bersiv da.

Li Xakurkê jî çalakiyeke bi bandor hat lidarxistin û 2 esker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê bi daxuyaniyekê agahiyên berfireh têkildarî çalakiyan parve kirin.

HPG: LI PÎRBILA GELEK ESKERÊN DIJMIN HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê daxuyaniyek da û cih da encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan, şerê li dijî dagirkeriya Tirk û êrişên li ser herêmên Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de agahiyên têkildarî şerê 20’ê Tebaxê yê li qada Pîrbila ya Heftenînê cih girtin.

Li gorî daxuyaniyê:

Li Pîrbila di navbera gerîla û eskerên artêşa dagirker de şerekî dijwar qewimî.

Di encama vî şerî de gelek eskerên artêşa dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Artêşa dagirker a derbeke giran ji hêzên gerîla xwarî, 21’ê Tebaxê avêt ser gundên Banikê û Mininê.

Dagirkeran li gundê Banikê xaniyên gundiyan şewitandin û gerîlayan bersiv dan.

Li vir bi awayekî qismî şer didome.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA Ş. RONYA Û Ş. BAGER
HPG: LI GELIYÊ REŞ Ê XAKURKÊ 2 ESKER HATIN CEZAKIRIN

Di daxuyaniya HPGê de hat ragihandin, ku gerîlayan li Xakurkê jî derb li artêşa dagirker dane.

Li gorî daxuyaniyê, 20’ê Tebaxê du wesaîtên bi tîpa Reo û Akrep ên 12 esker di wan de, ji qada Geliyê Reş berê xwe dan qada Ermûşê.

Gerîla li vir bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager rabûn.

Piştî şopandineke demkurt, gerîlayan ji nêz ve li dagirkeran dan.

Di encama çalakiyê de 2 esker hatin kuştin û 2 esker jî birîndar bûn.

Her wiha li gorî daxuyaniya HPG’ê artêşa dewleta Tirk li qada Herkî ya Şemzînanê bi beşdariya balafirên keşfê 17’ê Tebaxê dest bi tevgereke berfireh a dagirkeriyê kiriye û hê jî didome.

Tevgera dagirkeriyê ya 17ê Tebaxê li qadên Sefîne, Cemel û Deriyê Berana yên Cûdî hatibû destpêkirin jî bê encam bi dawî bûye.

Di daxuyaniya HPG’ê de hat ragihandin, ku balafirên şer ên artêşa dagirker 20’ê Tebaxê qadên Kunişka, Karker ên Zapê û qada Goşînê ya Xakurkê gelek caran bombe kirine.

Di encama bomberdimanê de li qadên Kunişka û Karker şewat derketiye û hê jî didome.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv