Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Gilîdaxê 9’ê Cotmehê 3 esker hatin kuştin yek jê Astsûbay bû 12.11.2020

 

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER LI SERHEDÊ DERBEKE GIRAN XWAR
HPG: LI GILÎDAXA SERHEDÊ 4’Ê COTMEHÊ DAGIRKERÊN KETIN PANÎKÊ HEV KUŞTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li herêma Gilîdaxê ya Eyaleta Serhedê bi qasî mehekê dewam kirî, daxuyaniyeke berfireh da.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk piştî ku kesek xiyanet kiriye û teslîm bûye 2’yê Cotmehê dest bi vê tevgera dagirkeriyê kiriye.

Li ser agahiyên vî xayînî artêşa Tirk hewl daye derbê li gerîlayan bixe.

Di sibeha 3’ê Cotmehê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şer dest pê kir.

4’ê Cotmehê ber danê evarî artêşa Tirk bi 3 helîkopterên tîpa kobra û 5 helîkopterên bi tîpa skorsky dor li qada ku hêzên me lê bûn girtin.

Û gelek esker danîn herêmê..
ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER LI SERHEDÊ DERBEKE GIRAN XWAR
HPG: ARTÊŞA DAGIRKER 7 CARAN BI HELÎKOPTERAN KUŞTÎ Û BIRÎNDARÊN XWE RAKIRIN
Dema esker li herêmê hatin danîn, yekîneyên veşartî yên artêşa dagirker bixwe ketin panîkê û şerê hev kirin.

Şerê di navbera dagirkeran de bi qasî 35 deqeyan dewam kir.

Helîkopteran 7 caran kuştî û birîndarên artêşa dagirker ji qadê rakirin.

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER LI SERHEDÊ DERBEKE GIRAN XWAR
HPG: 5’Ê COTMEHÊ LI GILÎDAXÊ GELEK DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Di dewama daxuyaniyê de HPG’ê ev agahî dan:

5’ê Cotmehê dema ku hêzên me hewl didan ji dorgirtina artêşa Tirk xwe rizgar bikin careke din şer qewimî.

Ev şer bi saetan dewam kir û gelek eskerên din hatin kuştin û birîndar bûn.

Artêşa Tirk piştî bombebarê dikarî kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rake.

7’ê Cotmehê bi agahiyên kesê xayîn zêdetir dor li me teng kirin û ketin hin nuqteyên berê yên hêzên me.

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER LI SERHEDÊ DERBEKE GIRAN XWAR
HPG: LI GILÎDAXÊ 9’Ê COTMEHÊ 3 ESKER HATIN KUŞTIN YEK JÊ ASTSÛBAY BÛ

9’ê Cotmehê artêşa Tirk hewl da bikevê nuqteyeke din a gerîla.

Gerîlayan ev yekîne xist kontrola xwe û derbên giran lê dan.

Di encamê de 3 çawişên pispor hatin kuştin, yek jê astsubay bû.

Hêzên gerîla çûn ser cenazeyên wan demançeyek, şarjorên wan, êlekekî êrişê, cîhazeke biçûk û 5 şarjorên M16 rakirin.

Cenazeyên dagirkeran 12 saetan di bin kontrola gerîla de man.

Artêşa Tirk a dagirker xwest bi helîkopteran cenaze û birîndarên xwe ji herêmê bibe.

Ji ber ku bi ser neket, bombeyên destan û gazê bi kar anîn.

Tevî vê yekê jî nekaribû kontrola gerîla bişikîne..

10’ê Cotmehê bi bombeyên fosforê herêm bombardûman kir û cenazeyên eskerên xwe jî şewitandin.

Navenda ragihandinê û çapemeniya HPG’ê li ser têkoşîn û qehremaniya gerîlayên li herêmê ev nirxandin kir:
di
Hêzên me vê tevgerê de bi xwînsarî tevgeriyan û bi rêbaza serdema nû êrişên dijmin ên bi teknîkê pûç kirin.

Gerîlayan bi manewrayên prefesonel qadên dorlêgirtî têk birin û tevgera dagirkeriyê ya li dijî xwe, veguherandin operasyoneke şoreşgerî ya li ser dagirkeran.

Artêşa Tirk a dagirker li pêşberî profesyoneliya hêzên me neçar ma ku 3 caran hêzên xwe biguherîne.

Her wiha gelek kontra û cerdevan jî tevlî vê tevgera dagirkeriyê bûn..

Hejmara dagirkerên ku hatin kuştin û hêzên me çûn ser cenazeyên wan 3 ne.

Lê hejmara dagirkerên hatin kuştin û birîndar bûne zêdetir e.

Her wiha fermandarê vê tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk jî birîndar bû

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv