CENGA HEFTANÎNÊ
HPG: LI GIRÊ DÛPIŞKÊ 2 ESKERÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlla û êrişên hewayî yên artêşa dewleta Tirk agahî dan.
Li gorî daxuyaniyê:
6’ê Cotmehê di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, gerîlayan li dijî eskerên li ser girê Dûpişkê bi cih bûne çalakiyên sûîkastê kirin.
Di encamê de 2 eskerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
Heman rojê artêşa dewleta Tirk bi balafirê şer derdora gundê Beşîlî yê nehiya Bamernê ya Duhokê, qada gundên Fila û Çemço yên herêma Zapê û derdora gundê Hermûz ê li qada Deşta Kafya ya herêma Garê bi dijwarî bombebaran kirin.
Di van êrişan de tiştek bi hêzên me ne hat. Lê zirar gihîşt mal û zeviyên gel.