Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Girê Sûîkastê dagirkerek hat kuştin û gelek dagirker birîndar bûn 22.11.2020

 

CENGA HEFTANÎNÊ
HPG: LI GIRÊ SÛÎKASTÊ DAGIRKEREK HAT KUŞTIN Û GELEK DAGIRKER BIRÎNDARBÛN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên dawî yên gerîlayan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gerîlayên HPG û YJA-Starê li Heftanînê weke her roj dîsa li dagirkeran dan.

Li gorî daxuyaniyê:

21’ê Mijdarê gerîla bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê rabûn.

Gerîlayan yekîneyeke veşartî ya artêşa dewleta Tirk li ser Girê Sûîkastê bi cih bûyî ferq kirin.

Gerîlayan demekê ev yekîne şopandin û paşê bi bandor li wan dan.

Di çalakiyê de dagirkerek hat kuştin û gelek dagirker jî birîndar bûn.

TEVGERA DAGIRKERIYÊ YA LI ZAPÊ
HPG: ARTÊŞA TIRK 20’Ê MIJDARÊ JI HERÊMÊ VEKIŞIYA

Li aliyê din 14’ê Mijdarê artêşa dewleta Tirk li herêma Zapê dest bi tevgereke nû ya dagirkeriyê kiribû.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê 14, 15, 16 û 17’ê Mijdarê li djî tevgera dagirkeriyê çalakiyên bi bandor li darxistibûn.

Di çalakiyan de zêdetirî 10 eskerên artêşa dagirker hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî vê tevgera dagirkeriyê ev agahî parve kirin:

Tevgera ku artêşa dagirker li ser Qela Bêdewê, qadên Kinyanîş, Girê Şehîd Munzûr, Dola Bîra û dora gundê Nêrwe dabû destpêkirin, 20’ê Mijdarê vekişiya.

Di daxuyaniya HPG’ê de her wiha hat ragihandin, ku artêşa dewleta Tirk qada Sêdarê ya herêma Garê 19’ê Mijdarê bi balafirên şer bombe kiriye.

Di êrişê de ti zirar li gerîlayan nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv