Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Heftanîn û Xakurkê 5 eskerên Dewleta Tirk hatin kuştin

 

Gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê li Heftanîn û Xakurkê bi hev re li Artêşa Dewleta Tirk a dagirker dan. Bi qasî hatiye tesbît kirin 5 eskerên dewleta Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê e ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de, di 11’ê Tebaxê de saet di 15.00’an de li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Berxwedan a li qada Xantûrê çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de ji 2 milan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û 3 leşker hate cezakirin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 11’ê Tebaxê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xist. Di vê çarçoveyê de;

Hêzên me saet di 07.00’an de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Şehîd Şahan a Xakurkê çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de çepereke dijmin hate îmhakirin û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate cezakirin.

Saet di 08.50’an de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Şifreza ya li ser sînorê Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de li kepçeyekê hate xistin, kepçe hate îmhakirin û leşkerekî dijmin jî hate cezakirin.

Di 11’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xist. Agahiyên li ser êrîşên hewayî wisa ye:

Saet di 12.45’an de balefirên şer qada Yekmalê ya herêma Metîna bomberdûman kir.

Saet di 13.00 û 21.15’an de balefirên şer qada Cîloya Biçûk a herêma Zapê bomberdûman kir.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehat.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv