HPG DERBARÊ ÇALAKÎYÊN LI HEFTANÎNÊ Û XAKURKÊ DAXUYANÎ DA:
ÇEPEREK HAT RÛXANDIN, 4 ESKER HATIN KUŞTIN
Li Heftenînê û Xakurkê 4 eskerên artêşa dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê bi daxuyaniyekê ev yek ragihand û got, çalakî ji bo bîranîna 2 fermandarên artêşa Iraqê û fermandar Egîd Garzan hatin lidarxistin.
22’yê Tebaxê gerîlayên YJA-Starê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê rabûn.
Dagirkerên li qada Şehîd Şîlan bi çalakiyeke sekvanî kirin hedef û eskerek hat kuştin.
Heman rojê li qada Şehîd Bêrîtan a Xakurkê, gerîlayan dagirkerên li ser Girê Koordîne bûn kirin hedef.
Gerîla li vir jî bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya rabûn.
Di encama çalakiyê de çeperek hat rûxandin û 3 esker hatin kuştin.
HPG diyar kir; ev çalakî ji bo bîranîna Fermandar Egîd Garzan û 2 fermandarên artêşa Iraqê yên pê re şehîd bûbûn pêkanîne.
Li gorî daxuyaniya HPGê, balafirên şer ên artêşa dagirker 22’yê Tebaxê Dola Kunişka ya Zapê û zozanên Rostê yên li qada Goşînê ya Xakurkê bombe kirine.
Di bomberdimanê de tiştek bi gerîla nehatiye, tenê agir bi ereziyê ketiye.