Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: LI Heftanînê 13 eskerên Dewleta Tirk hatin kuştin

Gerîlayên YJA-Starê li Heftanînê li dijî Artêşa Dewleta Tirk çalakî pêkanîn. HPG daxuyanî da ku di çalakiyê de 13 eskerên Dewleta Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzen me yên YJA Starê 5’ê Tebaxê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

Hêzên me saet di 07:45’an li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li navbera Tepê Dûpişkê û Tepê Şehîd Berîvan çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind bi giştî 9 leşkerên dijmin hatin cezakirin, 6 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên me saet di 14:30’î de li Girê Şehîd Berxwedan ê li qada Xantûrê li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de ku derb li kozikeke dijmin hate xistin, kozik hate îmhakirin û 4 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

Artêşa TC a dagirker piştî van çalakiyan bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn ji herêmê birin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê;

5’ê Tebaxê saet di 21:30’î balafirên şer bombe li qadên Cîlo yê biçûk, Kurojaro û Çemço barandin.

6’ê Tebaxê saet di 09:00 de balafirên şer bombe li qada Cîlo yê biçûk barandin.

Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv