Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Şemzînanê 3 çeperên artêşa Tirk a dagirker hatin îmhakirin 15.09.2020

 

ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: LI GEVERÊ 7 ESKERÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER HATIN KUŞTIN, YEK JÊ PAYE BILIND E

Gerîlayên HPG û YJA-Starê vê carê li Colemêrgê derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker dan.

Li Geverê 7 esker hatin kuştin, yek jê paye bilind e.

Li Şemzînanê jî 3 çeperên artêşa Tirk a dagirker hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê agahî dan..

Li gorî daxuyaniyê sibeha13’ê Îlonê artêşa Tirk li bejahiya bajarokê Bajêrgeh ê navçeya Colemêrgê Geverê li derdora gundên Kelê, Nebar, Xurakana Jêr û Xurakana Jor dest bi tevgereke dagirkeriyê ya berfireh kir.

Di dema tevgerê de di navbera gerîla û artêşa Tirk de şerekî giran qewimî..

Di encama berxwedana gerîla de artêşa Tirk 7 esker hatin kuştin ku yek ji wan payebilind bû.

Her wiha gelek jî birîndar bûn…

Di vî şerî de hevrêyên me Welat û Nîdal heta fîşeka xwe ya dawî li dijî eskerên dagirkeran bi awayekî canbexşane şer kirin û şehîd bûn.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya gerîlayên şehîd wê paşê bêne dayîn.

ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: LI ŞEMZÎNANÊ 3 ÇEPERÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER HATIN ÎMHAKIRIN

Gerîlayan 12’ê Îlonê jî di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li qada Rûbarok a Şemzînanê li dijî eskerên ku li Tengava Benê bi cih bûbû çalakiyek li dar xistin.

Gerîlayan bi xurtî ji 2 aliyan li çeperên artêşa Tirk dan.

Di encamê de 3 çeper hatin îmhakirin, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat diyar kirin.

Piştî vê derba giran artêşa Tirk bi hewan û obûsan bê serûber herêm bombebaran kir.

Roja 9’ê Îlonê artêşa Tirk li qada Kela Memê ya navçeya Şirnexê Qilabanê dest bi tevgereke dagiekriyê kir.

Tevgera dagirkeriyê li derdora qadên Deriyê Qaçê, Çemê Xeçkê, Gundê Sîran, Gundê Mehrê û Gundê Hozê pêk hat.

12’ê Îlonê tevgera artêşa Tirk a li heremê bê encam bi dawî bû..

Têkildarî êrişên hewayî yên artêşa dewleta Tirk de jî navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî dan.

Roja 12’ê Îlonê qada Benê ya herêma Avaşînê û 14’ê Îlonê jî qada Çemço ya herêma Zapê hatin bombebaran kirin.

Ji ber bombardûmanê tu zerar bi hêzên gerîla nehat, lê li hermê şewat derket.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv