Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Sêrtê wesayitek hat îmhakirin û 6 leşker hatin kuştin.Li herêma Besta ya Şirnexê 2 gerîla şehîd bûn 22.09.2020

 

CENGA HEFTANÎNÊ

HPG: LI QADA BEKTORYA ESKEREK HAT KUŞTIN

 

Gerîlayên HPG-YJA Starê li Heftenîn û Sêrtê çalakî kirin.

Di çalakiyan de bi kêmanî 7 eskerên artêşa dewleta Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê her wiha nasnemaya 2 gerîlayên li Besta şehîd bûne  eşkere kir.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ve encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê gerîlayan li Sêrtê û Heftanînê derb li artêşa dewleta Tirk a dagirker da.

21’ê Îlonê gerîla li Heftanînê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê rabûn.

Gerîlayan bi çalakiyeke sekvanî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şîlan ê li qada Bektorya kirin hedef û leşkerek hat kuştin.

 

JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN BOTANÊ ÇALAKÎ

HPG: LI SÊRTÊ WESAÎTEK HAT ÎMHAKIRIN Û 6 ESKER HATIN KUŞTIN

 

20’ê Îlonê gerîla li Sêrtê bi Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever rabûn.

Gerîlayan li navbera gundên Gîver û Bûzikra yên navçeya Sêrtê Dihê leşkerên dagirker xistin kemînê û bi çalakiyeke sabotajê li wan dan.

Di encama çalakiyê de wesaîteke artêşa dewleta Tirk a dagirker hat îmhakirin û 6 leşker hatin kuştin.

Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Botanê hat lidarxistin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku, 19’ê Îlonê artêşa dewleta Tirk li bejahiya navçeya Colemêrgê Geverê dest bi tevgera dagirkeriyê kiriye.

21’ê Îlonê jî bê encam ji herêmê vekişiya ye.

 

ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

HPG: 2 HEVALÊN ME LI BESTA ŞEHÎD BÛN

 

Di daxuyaniyê de navên du gerîlayên 14’ê Îlonê di êrişa balafirên şer de li herêma Besta ya Şirnexê şehîd bûne jî hatin ragihandin.

Navên gerîlayên şehîd wiha ne:

Hogir Mihemed bi nasnav Laleş Koçer li Qamişlo ji dayîk bûye û di 14’ê Îlonê de li Besta şehîd bû.

ANF Images

Nasnav: Laleş Koçer

Nav paşnav: Hogir Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Sabah-Zeydîn

Dem û cihê şehadetê: 14’ê Îlona 2020 / Besta

 

Û Seyîtxan Akcan bi nasnav Zerdeşt Rêber li Sêrtê ji dayîk bûye û di 14’ê Îlonê de li Besta şehîd bû.

ANF Images

Nasnav: Zerdeşt Rêber

Nav paşnav: Seyîthan Akcan

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Vesîle-Rakîp

Dem û cihê şehadetê: 14’ê Îlona 2020 / Besta

 

Di daxuyaniyê de hat gotin:

Hevrêyên me Laleş û Zerdeşt li nava malbatên welatparêz ji dayîk bûn.

Ji bo azadiya gelê Kurd û mezinkirina berxwedana gerîla beşdarî nava refên gerîla bûn.

Ji bo bi awayekî serfirazî bibin gerîlayên Modernîteya Demokratîk herdem kedekî zêde dan û li Botanê xeta gerîla bi serbikeve kirin pratîkê.

Bi berxwedaneke mezin beşdarî nav karwanê nemiran bûn.

Hevrêyên me Zerdeşt û Laleş wê timî weke qehremanên nemir ên Kurdistanê werin bibîranîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv