CENGA HEFTANÎNÊ
HPG: GERÎLAYÊN ME KENDAL Û DEVRÎM ŞEHÎD BÛN
HPGê nasnameya 2 gerillayên ku di Cenga Heftanînê de şehîd bûn, eşkere kir.
Herdu gerilla Gerilla Xemgin Ozturk û Sidika Narîn 6ê tebaxê di encama êrişa hewayî ya Artêşa Tirk de şehid bûbûn.
HPG’ê ji malbatan re sersaxî xwest.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 6’ê Tebaxê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li herêma Heftanînê gerîlayên wan Kendal û Devrîm şehîd bûn.
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ye:
Xemgîn Ozturk bi nasnav Kendal Welat Dersim li Mêrdînê ji dayik bûye, 6’ê Tebaxa 2020’an li Heftanînê şehîd bû.
Nasnav: Kendal Welat Dersim
Nav paşnav: Xemgîn Ozturk
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Erebe-Lokman
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2020 / Heftanîn
Sidika Narîn bi nasnav Devrîm Seyfettîn li Amedê ji dayik bûye, 6’ê Tebaxa 2020’an li Heftanînê şehîd bû.
Nasnav: Devrîm Seyfettîn
Nav paşnav: Sidika Narîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Salîha-Ubeyt
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2020 / Heftanîn
HPG’ê li ser têkoşîn û kesayeta herdu şehîdan jî wiha got;
Hevrêyê me Kendal li Mêrdînê ji dayik bû, di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Sala 2011’an dema ku karê ciwanan dikir hate girtin, li zindanê ji hevrêtî, perwerde û çanda PKK’ê bi bandor bû. Di nava gerîla de jî li her cihê ku lê bû bi moral, kedkar û durust bû.
Hevrêya me Devrîm jî di demeke kurt de mohra xwe danî bin serketinên mezin û bû fermandareke leheng a têkoşîna azadiya jinê. Di pêvajoya Cenga Heftanînê de beşdarî gelek çalakiyan bû. Bi berxwedana xwe, bi sekna xwe ya têkoşer, mîrateya şehîdan bi berxwedaneke fedayî tacîdar kir û di berxwedana Cenga Heftanînê de bû meşaleyek.
HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest û got ewê têkoşîna şehîdan bi serketinê tacîdar bikin.