CANGORIYÊN CENGA HEFTANÎNÊ
HPG: MIZGÎN Û ZANA DI CENGA HEFTANÎNÊ DE ŞEHÎD BÛN
Di cenga Heftanînê de 2 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn. Nnasnama herdu şehîdan hat eşkere kirin.
Ayşe Tuci bi nasnav Mizgîn Zerya û Yaqub Avci bi nasnav Zana di encama êrişên hewayî yên Artêşa Tirk de şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 20’ê Tebaxê li qada Pîrbûla ya Heftanînê di encama êrişa hewayî ya Artêşa Tirk a dagirker de gerîla Mizgîn û Zana şehîd bûne.
HPG’ê nasnameyên şehîdan eşkere kir û ev agahî dan;
Ayşe Tûcî bi nasnav Mizgîn Zerya li Wanê ji dayik bûye, 20’ê Tebaxa 2020’an li Heftanînê şehîd bû.
Nasnav: Mizgîn ZeryaNav
Paşnav: Ayşe Tucî
Cihê Bûyinê: Wan
Navê Dê û Bav: Şadiye – Muzaffer
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 20’ê Tebax 2020’an / Heftanîn
Yakûp Avci bi nasnav Zana Gevaş li Wanê ji dayik bûye, 20’ê Tebaxa 2020’an li Heftanînê şehîd bû.
Nasnav: Zana Gevaş
Nav Paşnav: Yakup Avcı
Cihê Bûyinê: Wan
Navê Dê û Bav: Kıymet – Kadrî
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 20’ê Tebaxa 2020 / Heftanîn
HPG’ê li ser kesayet û têkoşîna herdu şehîdan jî wiha got;
Hevalên me Mizgîn û Zana li derdoreke ku bi welatparêziya xwe tê zanîn ji dayik bûn. Ji bo ku di nav berxwedana çalak a têkoşîna azadiyê de cih bigirin tevlî nav refên gerîla bûn. Bi dilsoziya şehîdan û Rêbertiyê li dijî dagirkeriyê bûn sembola fedaîbûnê. Di pêvajoya Cenga Heftanînê de bi şêwaza fedayî ya Apoyî derbên giran li dagirkeran dan û ew bûn sembola lehengî û fedaîbûna Cenga Heftanînê.
HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxî xwest.