GERÎLA EYLEM, DÎLAN Û NÛMAN
HPG NASNAMEYA GERÎLAYAN EŞKERE KIR
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zozanên Beytanê yê girêdayî Colemêrgê şehîd bûne eşkere kir.
HPG di daxuyaniya xwe de van agahiyan dide.
Di daxuyaniya 18’ê îlona 2020’an de me agahî da bû dewleta Tirk a dagirker 15 îlonê li Zozanên Beytanê yê girêdayî Colemêrgê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Li vir şerê giran rû da û dewleta Tirk êrişên hewayî pêk anî.
3 hevalên me Nûman, Eylem û Dîlan şehîd bûn.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Foza Badir bi nasnav Dîlan Koçer li Bajarê Rojavayê Kurdistanê Dêrikê ji dayîkbûye û di 15’ê îlona 2020’an de bi Botanê şehîd bû.
Nasnav: Dîlan Koçer
Nav paşnav: Foza Badir
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Berîvan-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Îlona 2020 / Botan
Hamît Kartal bi nasnav Nûman Amed li Amedê ji dayîkbûye û di 15’ê îlona 2020’an de li Botanê şehîd bû.
Nasnav: Nûman Amed
Nav paşnav: Hamît Kartal
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Azîze-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Îlona 2020 / Botan
Leyla Acar bi nasnav Eylem Rojen li Wanê ji dayîkbûye û di 15’ê îlona 2020’an de li Botanê şehîd bû.
Nasnav: Eylem Rojen
Nav paşnav: Leyla Acar
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hayal-Alî
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Îlona 2020 / Botan
HPG’ê îşaret bi wêrekî û rola Eylem Rojen kir û got:
Hevrê Eylem jî wekî hevrê Numan û Dîlan li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk ji bo hebûna gelê xwe biparêzin tevlî tevgera azadiyê bû. Ji bo di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bike, bibe gerîlaya demê ya serxwet ked û hewildaneke mezin da.
HPG’ê di serî de malbatên şehîdan ji gelê Kurd ê welatparêz re sersaxî xwest û soza avakirina Kurdistaneke azad nû kir.