GERÎLA HELGURT, AMED Û BERXWEDAN
HPG’Ê NASNAMEYA 3 ŞEHÎDAN EŞKERE KIR
Roja 11’ê Îlonê 3 gerîlayên HPG’ê di êrişa hewayî ya artêşa dewleta Tirk de li Xakurkê şehîd bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya her sê şehîdan eşkere kir.
HPG’ê di serî de malbatên wan ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên li Xakurkê di encama hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir.
Daxuyaniya Navenda Ragihandina HPG’ê wiha ye.
11’ê îlonê balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk qada Ermûş a Xakurkê bombebaran kir.
Di êrişa hewayî de hewrêyên me Amed, Berxwedan û Helgurt şehîd bûn.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameyan şehîdan wiha ye.
Bariş Can bi nasnav Amed Pasûr li Edenê ji dayîkbûye û 11’ê îlona 2020’an li Xakurkê şehîd bû.
Nasnav: Amed Pasûr
Nav û paşnav: Bariş Can
Cihê jidayikbûnê: Edene
Navê dê û bav: Mûkadder – Hesen
Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Îlona 2020’an/ Xakurkê
Nevzat Orhan bi nasnav Berxwedan Şervan li Wanê ji dayîkbûye û di 11’ê îlona 2020’an li Xakurkê şehîd bû.
Nasnav: Berxwedan Şervan
Nav û paşnav: Nevzat Orhan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Zumrut-Hesen
Dîrok û cihê şehadetê: : 11’ê Îlona 2020’an/ Xakurkê
Fesîh Karakaya bi nasnav Helgurt Siyabend li Mûşê ji dayîkbûye û di 11’ê îlona 2020’an de li Xakurkê şehîd bû.
Nasnav: Helgurt Siyabend
Nav û paşnav: Fesîh Karakaya
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Nebahat – Zekî
Dîrok û cihê şehadetê: : 11’ê Îlona 2020’an/ Xakurkê
Hêzên Parastina Gel bi van gotinan balê dikişîne ser kesayet û têkoşîna her sê gerîlayan.
Hevrê Amed ji kelha berxwedanê Amedê ye. Li Edenê ji dayîkbûye û li wir mezin bû. Bi ciwanî tevgera azadiyê naskir. Siyaseta qirêj a dimin qebûl nekir û ji bo têkoşînek xurt bide berê xweda nav gerîla. Li qadên azad bi rihê fedaî erkên xwe bicih anî û bi berpirsyariya xwe rabû.
Hevrê Berxwedan ji Wanê ye û di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Têkoşîna bi ciwanî destpêkir li gerîla dewam kir. Li cem hevalên xwe cihek ê wî yê taybet hebû. Bi keda xwe di hat naskirin û ti carî xwe ji berpirsyariyê neda alî.
Hevrê Helgurt ji Mûşê ye. Ti carî zilm û zordariya dijmin a li ser gelê Kurd qebûl nekir. Dema li zanîngehê dixwîne, bi awayek çalak tevil xebatên ciwanan dibe. Li qadên gerîla jî heman erka xwe anî cih û bi lêhûrbûneke kûr tevil jiyanê bû. Bi dilnizmiya xwe cihek taybet di dilê hevalê xwe de çêkir.
HPG’ê di serî de malbatên gerîlayan ji gelê Kurd ê welatparêz re sersaxî xwest û soza avakirina Kurdistaneke azad a xeyalên şehîdan e nûkir.