Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG nasnameya şehîdê gerîla Êrîş Avent Pasîn eşkere kir

 

 

HPG’Ê NASNAMEYA GERÎLAYEKÎ SALA 2019’AN LI SERHEDÊ ŞEHÎD BÛ EŞKERE KIR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayekî ku Cotmeha sala 2019’an şehîd bû eşkere kir.

Gerîla Êriş Avent Pasîn li herêma Serhedê şehîd bû.

HPG’ê ji malbata şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê li ser şehadeta gerîla Êriş ev agahî dan.

Roja 21’ê Cotmeha sala 2019’an hevalê me Êriş dema li Eyaleta Serhedê li ser erka xwe bû aşût ket û ji ber aşûtê gihîşt şehadetê.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:

Mûsa Firat Guven, bi nasnav Êriş Avent Pasîn li Erzîromê hatiye dinê û 21’ê Cotmehê li herêma Serhedê şehîd bû.

MÛSA FIRAT GUVEN
ÊRIŞ AVENT PASÎN
ERZIROM
21/10-2019/ SERHED

Li ser têkoşîn û kesayeta şehîd Êriş HPG’ê ev nirxandin kir.

Gerîla Êriş di malbateke niştîmanperwer de mezin bû û di temenê piçûk de polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk re rû bi rû ma.

Tu carê zilma dijmin qebûl nekir û dijî neheqiyê serî rakir. Ji bo welat û jiyaneke azad bi eşq û îddîaya serkeftinê beşdarî nava refên gerîla bû. Ji roja beşdarî nava refên Gerîla bû heta şehadeta xwe li gelek qadên têkoşînê bi ezim, eşq û fedakariyeke mezin wezîfe girt.

Navenda ragihandinê ji malbata şehîd Êriş û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soz da ku ew ê têkoşîna ji bo Kurdistana azad bi serkeftinê tacîdar bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv