Navenda ragihandin û çapemeniya HPGê nasnameya 2 gerîlayên YJA-Starê ku li bejahiya navçeya Mêrdîn Dêrikê şehîd bûne eşkere kir.
Hêzên Parastina Gel bi daxuyaniyekî ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.
Navenda ragihandina û Çapemeniya HPGê derbarê şerê li bejahiya navçeya Mêrdîn Dêrikê de agahî parvekirin.
Li gorî daxuyaniya HPGê;
5ê Tebaxê artêşa tirk li bejahiya navçeya Mêrdîn Dêrikê tevgera dagirkeriyê dabû destpêkirin.
8ê Tebaxê di navbera gerîla û artêşa tirk de şer derket.
Ev şer heta 9ê Tebaxê nîvro berdewam kiriye.
Di şer de 3ê eskerên artêşa tirk hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
HPGê daxuyakirin ku di şer de 2 gerîlayên YJA-Starê bi navê Dîren û Hêvî bi lehengî şer dikin.
Ji bo ku gerîla Dîran û Hêvî nekevin destê dijmin, piştî ku çekên xwe îmha dikin bombeyên xwe bi awayeke fedayî bi xwede diteqînin û şehîd dibin.
Nasnameya Gerîlayên Şehîd wiha ye;
Gulistan Şahîn bi nasnav Dîren Avent li wanê hatiye dinê û 8ê Tebaxê li bejahiya navçeya Mêrdîn Dêrikê şehîd bû.
GULISTAN ŞAHÎN
DÎREN AVENT
WAN
08-08-2020 / MÊRDÎN DÊRIK
Xûnav Ayhan bi nasnav Hêvî Herekol li Sêrtê hatiye dinê û 8ê Tebaxê li bejahiya navçeya Mêrdîn Dêrikê şehîd bû.
HUNAV AYHAN
HÊVÎ HEREKOL
SÊRT
08-08-2020 / MÊRDÎN DÊRIK
Navenda ragihandina HPGê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û derbarê kesayeta herdû şehîdan de ev agahî parvekirin.
Li dijî polîtîkayên qirkirinê û çanda tecawizê ya dewleta Tirk a li ser Kurdan têkoşîn û berxwedan ji xwe re esas girtin. Û berê xwedan nav refên têkoşîna azadiyê.
Hevrêyên me Dîren û Hêvî, bi tecrûbe û vîneke qeyîm berê xwe dane Bakurê Kurdistanê. Hevrêyên me bi berxwedaniyeke mezin, bi vîna jinê ya azad û helwesta fedayî ya Apoyî bersiv dane bangê teslîmbûnê yên dijmin,
Berxwedana dastanî ya hevrêyên me Dîren û Hêvî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê wê bibe perspektîfa berxwedanê û sedema serfiraziyê.