CANGORIYÊN HEFTANÎNÊ
HPG: WARŞÎN, SORXÎN, FERMAN Û MAZLÛM DI CENGA HEFTANÎNÊ DE ŞEHÎD BÛN
Di Cenga Heftanînê de 4 gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê şehîd bûn.
Her çar gerîla jî li qada Pîrbila ku şerekî giran lê qewimî gihîştin şehadetê.
HPG’ê nasnameyên şehîdan eşkere kir û soz da ku ew ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 9’ê Tebaxê di êrişên hewayî yên Artêşa Tirk a dagirker de li qada Pîrbila ya Heftanînê du gerîla şehîd bûn.
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ye;
Semîh Kaplan bi nasnav Ferman Memyan li Amedê ji dayik bûye, 9’ê Tebaxa 2020’an li Heftanînê şehîd bû.
Nasnav: Ferman Memyan
Nav paşnav. Semîh Kaplan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Zarîfe-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020 / Heftanîn
Mîlad Kobadî bi nasnav Mazlûm Cûdî li Kamyaran ji dayik bûye, 9’ê Tebaxa 2020’an li Heftanînê şehîd bû.
Nasnav: Mazlûm Cûdî
Nav paşnav: Mîlad Kobadî
Cihê jidayikbûnê: Kamyaran
Dayik-Bav: Saxîbe-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020 / Heftanîn
HPG’ê ragihand ku hevalên me Ferman û Mazlûm li gelek qadên berxwedanê wezîfe bi cih anîn û berpirsyariyên xwe hemû bi serketineke mezin pêk anîn.
Pêşengî ji berxwedana Heftanînê re kirin û herî dawî li qada Pîrbilayê berxwedaneke dîrokî nîşan dan, derbên giran li dagirkeran xistin û tevlî karwanê nemiran bûn.
HPG’ê eşkere kir ku li qada Pîrbila ya Heftanînê di şer de jî du gerîlayên wan şehîd bûne
Nasnameyên şehîdan wiha ye;
Gulşen Yolûr bi nasnav Warşîn Avaşîn li Amedê ji dayik bûye, 8’ê Tebaxa 2020’an li Heftanînê şehîd bû.
Nasnav: Warşîn Avaşîn
Nav paşnav: Gulşen Yolûr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Haliye-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2020 / Heftanîn
Culyana Xelo bi nasnav Sorxwîn Amed li Efrînê ji dayik bûye, 9’ê Tebaxa 2020’an li Heftanînê şehîd bû.
Nasnav: Sorxwîn Amed
Nav paşnav: Culyana Xelo
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Roşîn-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020 / Heftanîn
HPG’ê li ser kesayeta her du şehîdên jin jî wiha got:
Hevrêya me Warşîn li nava malbateke welatparêz mezin bû û di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên gerîla bû. Her tim lêkolîn dikir, xwe bi pêş dixist, ya ku hîn dibû bi lez dixist pratîkê û hevrêyên xwe hîn dikir. Bi vî rengî bû milîtaneke pêşeng, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî pêk anî.
Hevrêya me Sorxwîn jî bi rengekî çalak tevlî Şoreşa Rojava bû û di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû. Têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran li çiyayên Kurdistanê dewam kir. Tevî temenê xwe yê ciwan her tim hewl da li eniya pêş be.
HPG’ê ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê yê welpatêz re sersaxî xwest û soz da ku ew ê xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin.